Li pêşbirkên navneteweyî yên Parîsê Teftiyan bû qehreman
May 14, 2018 19:08 Asia/Tehran
Bezvanê Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên Parîsê bû qehreman.
Li gorî rapora ISNA` yê, Hesen Teftiyan, bezvanê Îranê li yekim pêşbirka xwe ya demsalê li Fransayê li pêşbirkên ``Meeting Elite de Montegronê`` beşdar bû û bi rekorda 10.22 derket pila ewil.
Artûr Sîse ji Peravên Acê bi tomarkirina dema 10.22 û Solomon Bikarî bi tomarkirina dema 10.26 ê ji Holendayê derket pila dudiyan û sisyan a van pêşbirkan.
Teftiyan li qonaxa ewil a van pêşbirkan li koma dudiyan di nava 7 bezkaran bi tomarkirina rekorda 10.31 derket pila ewil û derbasî faynalê bû.
Hesen Teftiyan, bezvanê Îranê ji sala 1395an bin çavdêriya Pntanon Gay fêrkarê fransî li kampên amadekariyên yên Fransayê de ye.