Lîga Sereke ya fûtsalê derbasî hefteya dawiyê bû/ Tîma Misê kapa zêrîn bilind dike
Çile 09, 2018 16:30 Asia/Tehran
Hefteya dawiyê ya Lîga Sereke ya fûtsalê li halekê sibê tê lidarxistin ku pêşbirkên vê heftiyê tam teşrîfatî ne.
Li gorî rapora Mehr News`ê, hefteya 26`an a Lîga Sereke ya fûtsalê sibê çarşemiyê tê lidarxistin.
Heftiya dawiyê ya van pêşbirkan ketiye ber bandora lidarxistina cejna qehremaniya tîma Misa Songûnê.
Tîma Misê ku heftiya buhurî qehremaniya xwe li lîgê misoger kir, sibê di mala xwe de dê bi Tîma Şehrvenda Sariyê re bilîze û piştî kutabûna vê pêşbirkê dê cejna qehremaniyê bigre.
Tîma pila dudiyan a Tesîsatê sibê li Meşhedê mêvanê Tîma Ferşarayê ye.
Tîma Gîtîpesendê ku di pileya sisiyan da ye jî li Ehwazê dê bi Tîma Hefariyê re bilîze.