Kanûn 08, 2017 14:13 Asia/Tehran
  • Weznegilgirê îranî yê kêmendam jibo cara duyemîn bû qaremanê cîhanê

Siyamend Rehman, Mêrê herî bihêz ê kêmendam ê cîhanê, bi bidestxistina medala zêr ji pêşbirkên cîhanî yên Mêkzîkê, careka din bû qaremanê cîhanê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Siyamend Rehman, weznehilgirê Kurd ê xelkê Şinoyê li Azerbaycana Rojava, sibeha îro dema birêveçûna lîstikên roja şeşemîn a pêşbirkên cîhanî yên weznehilanîna kêmendaman li Mêkzîkê li pişka desteya herî giran, wezneya 285 kîlogiremî rakir û medala zêrê û pileya qaremaniyê bi dest xist.

Mensûr Pûrmîrzayî, nûnerê din ê îranê jî bi rêkora 241 kîlogiremê, medala zîvê û pileya duyemîn û cîgirê qaremanê cîhanê bi dest xist.

Pileya sêyemîn û medala tûnc a vê kêşê jî gihîşte nûnerê Urdinê ku wezneya 235 kîlogrem rakirbû.

Karewana werzişî ya îranê bi bidestxistina 3 medalên zêr, 4 zîvan û tûncekê heya dawiya roja şeşemîn a pêşbirkan, di pileya duyemîn da ye.

Pêşbirkên cîhanî yên Mêkzîkê wê sibê bi dawî werin.