Nûnerê NY li Îranê pesna Hafiz da
Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) yê li Îranê, Hafizê Şîrazî, helbestvanekî payebilind ê Îranê wesif kir.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Gêrî Loîz (Gary Lewis), nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) yê li Têhranê, li rûpela xwe ya li Twiterr`ê bal kişande ser roja neteweyî ya rêzgirtina li Hafizê Şîrazî, helbestvan û xezelbêjê îranî û heskirina xwe ya Hafizê Şîrazîb û helbestên baş ên wî nîşan da.
Loîs herwiha wergera ingilîsî ya beytek ji Hafizi li Twîterra xwe weşand.
20`ê meha Mêhrê hevgavê 12`ê Cotmehê, li rojhejmêra Komara Îslamiya Îranê, roja rêzgirtina li Hafizê Şîrazî, hatiye binavkirin.
Xace Şemsedîn Mihemed Bin Behaedîn Mihemed Hafizê Şîrazî, helbestvanê mezin ê sedsala heştem a hicrî yê Îranê yek ji şairên binavbang ên cîhanê ye. Para zêde ya helbestên Hafiz, xezel in ku bi Xezeliyatên Hafiz navdar e.