Helbestvanê kurd Karwan Koçer koça dawîyê kir
Îlon 12, 2017 15:16 Asia/Tehran
Helbestvan û nivîskarê navdar ê devera Ûrmîyê, Seyîd Hisên Gîlanî nasyar bi Karwan Koçer emrê Xwedê kir.
Rehmetîyê Karwan Koçer ji gundê Jarava ser bi Sîlvanayê helbestvan û nivîskarekî rihsivik bû ku ji ber nexweşîyê koça dawîyê kir.
Wî ronameke Dr. Ibrahîm Yûnisî ji farisîyê wergêrandîye ser zimanê kurdî û romana Masîyên Tênî berhema nivîskarekî kurd ê Sûrîyê wergêranîdîye ser zimanê farisî.
Radyo û televîzyona kurdî ya Komara Islamî ya Îranê sersaxîyê dide malbat û xizm û kesên wî. Rihê wî şa.