Tebax 13, 2017 07:53 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyiya Walîbala Îranê tîma Çînê torand

Tîma neteweyiya Walîbala Îranê di duyemîn pêşbirka xwe li rêzepêşbirkên bijartinê ya qaremaniya cîhanê li bajarê Erdebîlê li bakurê rojavaya Îranê, bi encama 3-0ê tîma çînê li pey xwe hîşt.

Li gorî rapora IRIB News`ê, şagirtên Îgor Kolakowîç di dewama pêşbirkên bijartinê yên walîbala qaremaniya cîhanê li bajarê Erdebîlê, berêvariya Şemiyê çûn pêşbirkên tîma Çînê û li sê sêtên li dû hev û bi serpişkiyên 25-21, 29-27 û 25-20ê hevrika xwe ji ser rêya xwe wêda dan,.

Tîma neteweyiya Walîbala Îranê di yekem pêşbirka xwe da jî tîma Koreya Başûr torandibû.

Îro anku Yekşemiyê û di dewama van pêşbirkan da tîma Çînê bi pêşbirkeke girîng û stratijîk diçe pêşberî tîma Koreya Başûr û Tîma neteweyiya Walîbala Îranê jî diçe pêşberî tîma Qezaqistanê.

Pêşbirkên bijartinê ya qaremaniya cîhanê ya sala 2018`an ji 10 heta 14`ê Tebaxê li bajarê Erdebîlê tên lidarxistin.

Tîmên Îran, Koreya Başûr, Çîn, Qeter û Qezaqistan li van pêşbirkan terin pêşberî hevdu û di dawî da du tîmên sereke hildikişin pêşbirkên qaremaniya cîhanê ku wê sala tê bi mazûvaniya Îtalya û Bulgaritsanê bên lidarxistin.