Tebax 12, 2017 18:45 Asia/Tehran
  • Nûnerê Kurdistanê jibo cara yekem kete lîga desteya yekem a Fûtsala welêt

Nûnerê Kurdistanê jibo cara yekem kete lîga desteya yekem a Fûtsala welêt.

Li gorî rapora IRIB News`ê, birêvebirê giştî yê dayira werziş û ciwanan a Kurdistanê, got: Qonaxa dawîn a pêşbirkên fûtsalê yên lîga desteya duyem a welêt, şeva îniyê, 20`ê meha Mordada sala 1396`an a Koça tavî, li Seqizê bi dawî hatin û tîma Saka Pexşa Seqizê bi 13 poenan bû yekem kete nav lîga desteya yekem a welêt.

Hamid Cûlayî herwiha got: Qonaxa dawîn a pêşbirkên fûtsalê yên lîga desteya duyem a welêt, şeva îniyê, 20`ê meha Mordada sala 1396`an a Koça tavî, bi beşdariya şeş tîman ve li salona du hezar kesî ya Şehîd Abderm a bajaroka Seqizê bi dawî hatin.

Tîma Saka Pexş a Seqizê û nûnerê Kurdistanê, li koma yekem bi tîmên Marona Kohkîlûye û Bûyêrehmedê, Zankoya Sema ya Dêzfûlê, Emîr Kebîra Kaşanê, Şehîd Ferhadî ya Ehwazê û Şehrwendê Novîn ê Suwerkê, di komekê de bû.