Sibat 16, 2017 11:27 Asia/Tehran
  • Serketina bihêz a tîma neteweyiya Guleşta Azad a Îranê li hemberî tîma Tirkiyê

Tîma neteweyiya Guleşta Azad a Komara Îslamî ya Îranê di yeklemîn pêşbirka xwe li Çil û pêncemîn dora Kupa Cîhanî ya Guleşta Azad li bajarê Kirmaşanê, li hemberî tîma neteweyiya Guleşta Azad a Tirkiyê bi serfirazî bi ser ket.

Tîma neteweyiya Guleşta Azad a Îranê sibeha roja pêncşemiyê da di yekem pêşbirka xwe da li Çil û pêncemîn dora Kupa Cîhanî ya Guleşta Azad li Kirmaşanê digel tîma Tirkiyê çû meydanê û di dawî bi encama 8-0`ê li hembr vê tîmê bi ser ket.

Tîma neteweyiya Guleşta Azad a Îranê berêvariya pêncşemiyê jî dê digel tîma Hindistanê biçe meydanê.

Çil û pêncemîn dora Kupa Cîhanî ya Kuşniya Azad (Guleşta azad) ji sibeha roja pêncşemiyê va bi qasî du rojan li hola werzişê ya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ya bajarê Kirmaşanê li rojavaya Îranê bi amadebûna heşt tîmên sereke yên cîhanê destpê bû.

Tîma neteweyiya Guleşta Azad a Îranê berî viya heft caran li rikeberiyên Kupa Cîhanî ya Guleşta Azad  di salên 1996`a Têhranê, 2006`an Sariyê, 2012`a Bakûyê, 2013`a Têhranê, 2014, 2015 û 2016`a Lis Ancilisa Amerîkayê pileya yekem û qehremaniyê bi dest xistiye û 11 caran jî li pileya yekem sekiniye.