Îsmaîl Heniye: Rejîma Dagirkir bona gihîştina li armancên xwe şikest xweriye
Serokê polîtboroya Tevgera Hemasê pêgîrî kir Rejîma Dagirkir ji ber xweragiriya efsaneyî ya gel û berxwedana Filistînê negihîştiye armancên xwe.
Îsmaîl heniye, serokê polîtboroya Tevgera Hemasê di civîna 33`an a Kongireya Netewî Erebî ya li Beyrûtê got: Berxwedana Îslamî ya li Libnanê îro rojê li rex Xezzê sekinîye. Bahoza Eqsayê, mesela Filistînê xiste cîgeheka bêmînak û bû sedem derî li ser bi fermînaskirina welatê Filistînê ve be û rejîma dagirkir ji ber xweragiriya efsaneyî ya gel û berxwedana Filistînê negihîştiye armancên xwe.
Heniye pêgîrî kir: Hêza pêşîlêgirtin û ramanên terorîst ên Rejîma Dagirkir ji ber Bahoza Eqsayê têk çûn. Berxwedanê careka din ji navbeynkaran re ragihand ku ji daxwazên xwe nayê xwerê. Rejîma Dagirkir muzakireyan ji bo domandina destdirêjiya ser gelê me bi kar tîne. Wî herwiha pêgîrî kir: Sermayedanîna ser vî şerrî, hewcetî bi helwêsteka erebî û liv û tevgereka komkî ji bo pêkanîna tevgereka dijî lihevkirinê heye.