Tîrmeh 01, 2024 07:23 Asia/Tehran
  • Operasyona Komên Berxwedanê li zîvala Xezeyê li roja 268-an a şerê Bahoza Eqsayê

Tabûrên Şehîdên El-Eqsayê ragihand ku wan leşkerên artêşa Rejîma siyonîst li mêhwera Netsarîmê bi mûşekên 107 û gulleyên hawanê yên Kalîbêr dane ber êrişan.

Tabûrên El-Qessam li taxa Tel El-Hewa ya Xezeyê bi roketên Yasîn 105 panzêreke îsraîlî ya cureya Şîzarît û buldozereke leşkerî  hedef girtin.Hêzên Şehîd Omer El-Qasim di operasyoneke hevpar a li gel Tabûrên Şehîdan ên El-Eqsayê de, bi topên hawanan hêz û kelûmelên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ya dagirker a li taxa Şucaiye ya li Xezeyê hedef girtin.Saraya el-Qudsê ragihand ku bi 107 mûşekan baregeha leşkerî ya Nahil Oz a li derdora zîvala Xezeyê kiriye hedef.Tabûrên El-Qessam jî bi roketên Yasîn 105ê,  2 tankên Merkava yên Îsraîlê li Taxa Şucaiye ya Xezzeyê hedef girtin.Tabûrên El-Qessam oda fermandariya dijminên siyonîst li mêhwera Netsarimê bi roketên 114 mm îmha kirin.Tabûrêb  El-Eqsayê jî bi 107 mûşekan leşkerên Îsraîlê li mêhwera  Netsarimê dan ber êrişan.

 

Serepeyv