-
Peydakirina cenazeyê 153 şehîdan li Xezzeyê ji destpêka agirbesê ve
Çile 22, 2025 13:31Çavkaniyên filistînî ragihandin ku ji destpêka agirbesê ve heta niha meytê 153 şehîdan li zîvala Xezzeyê hatiye peydakirin.
-
Tekeziya NY ser pêwîstiya dabînkirina sitrageh û xaniyan jibo xelkê Xezzeyê
Çile 22, 2025 12:46Berdevkê Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY (OCHA) ragehand ku divê ji bo danînkirina xanî û sitargehan bo xelkê Xezzeyê demlidest bikevin tevgerê.
-
Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Filistînê
Çile 21, 2025 12:20Sê roj ji ser agirbesa li Xezzê re derbas dibin û hêzên Berevaniya Medenî meytên şehîdan ji bin kavilan derdixin. Berevaniya Medenî ya Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara meytên şehîdên ku ji bin kaviliyan derxistine ji destpêka agirbesê ve heta nika rabûye 137 kesî. Eva di halekî da ye ku di encama êrişên berfireh ên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ser bajar û kaempa Cinînê de, heta nika 2 filistînî şehîd û herîkêm 25 kes jî birîndar bûne.
-
Dema avakirin Xezzê ye
Çile 21, 2025 11:56Yek ji serokên Tevgera Hemasê piştî cihatina agirbesê li Zîvala Xezzê ragihand ku nika dema avakirin û hevxemiya bi kesên li Xezzê ye.
-
Konferansa Londonê; Ji jînûsayda Xezzê bigire heta pêwîstiya pêngavên cîhanî
Çile 21, 2025 11:56Axaftvanan di konferansa Bîranîna jînûsaydê ya ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Îslamî(IHRC) ve li Londonê hat lidarxistin de, bal kişandin ser karesatên mirovî yên li Xezzeyê û ji bo bidawîkirina jînûsaydê û pêkanîna edaleta cîhanî li ser pêwîstiya tedbîrên cidî pêgîrî kir.
-
Xelkê Xezzeyê vedigerin malên xwe
Çile 21, 2025 08:10Piştî pêkanîna agirbes, Xelkê Xezzeyê dê vegerin malên xwe.
-
Jinên filistînî yên ku ji aliyê siyonîstan ve hatine hêsîrkirin sembola berxwedanê ne
Çile 20, 2025 16:42jinên hêsîrkirî yên filistînî ku piştî peymana agirbesê ji zindanên Rejîam Siyonîst hatine berdan, Xezze wek sembola îstiqrar û berxwedanê bi nav kirin û peyama xwe ya emekdariyê bo xwîna ku di rêya azadiyê de hatiye rijandin, ragihandin.
-
Hejamara şehîdên Xezzeyê ji 47 hezar kesî û hejmara yên birîndarbûyî jî, ji 111 hezar kesî derbas bû
Çile 20, 2025 14:45Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîştiye 47 hezar û 35 kesî.
-
Komîserê UNRWA: Piştî 471 rojan dengê zarokên ku li Xezzeyê dilîzin tê bihîstin
Çile 20, 2025 14:25Komîserê UNRWA tekezî ser berdewamiya agirbesê û cihanîna hemû xalên wê kir û ev kiryar pêngaveke rast di riya aştiya mayînde û aramiya jibo hemûyan da zanîn.
-
Wêranbûna sedî 92 yê malên Xezzeyê
Çile 20, 2025 12:50Nivîsgeha Hewahengkerê Karûbarên Mirovî ya NY ragihand ku sedî 92 xaniyan li zîvala Xezzeyê ji ber êrişên Rejîma Siyonîst wêran bûne yan jî zirar dîtine.