-
Xetera operasiyona bejahî ya Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê heye
Tesrîn 28, 2022 06:13Li gorî analîza Middle East Eye’yê helwêstên lawaz ji aliyê terefên xwedîrol li Sûriyê yanî Amerîka, Rûsiye û Şamê dibe ku nekarin rê li ber êrîşa Tirkiyê ya dubare li ser kurdên Sûriyê bigire.
-
Li gorî rapirsînekê asta meyla ji bo piştevaniya ji AKP'yê daketiye
Tesrîn 27, 2022 13:09Encamên rapirsînekê ku Cotmeha 2022an li Tirkiyê bi cih hat nîşan didin asta meyla ji bo piştevaniya ji AKP'yê di hilbijatina seranserî ya sala bê da daketiye.
-
4 leşkerên din ên artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin
Tesrîn 27, 2022 11:19Malpera TRT'ya Tirkiyê roja Yekşemiyê ragihand ku çar leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatine kuştin.
-
HSD'yê bîlançoya êrişên artêşa Tirkiyê ya 25'ê Mijdarê aşkira kir
Tesrîn 26, 2022 12:52HSD'yê diyar kir ku êrişên artêşa Tirkiyê di roja 6'an de dewam kirin û 77 gund û bajarok hatine bombebarankirin.
-
Sê leşkerên artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin
Tesrîn 26, 2022 11:23Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku sê leşkerên din ên vî welatî li bakûrê Iraqê hatine kuştin.
-
Rêveberiya Kampa Holê: "Eger kamp ji kontrolê derkeve dê kareset biqewime"
Tesrîn 26, 2022 09:57Endama rêveber a kampa Holê ya li bakûrê rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku eger kamp ji kontrolê derkeve dê karesatek mezin biqewime û destnîşan kir ku ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê 33 komele û rêxistinan karê xwe li kampê rawestandin.
-
Serokomarê Kûbayê gihîşte Tirkîyê
Tesrîn 26, 2022 09:16Mîgoêl Maryo Dîyaz Kenêl Bêrmûdêz (Miguel Díaz-Canel) Serokomarê Kûbayê şeva buhurî gihîşt Tirkîyê.
-
Walîtiya Stenbolê çalakiyên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirin
Tesrîn 25, 2022 07:58Walîtiya Stenbolê piştî teqînê, çalakiyên weke vekirina stantan, pêşandan, muzîka kolanan û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirin.
-
Êrîşên Tirkiyê ser bakûrê Sûriyê ji Şehba heta Tirbespiyê berdewam in
Tesrîn 25, 2022 07:31Artêşa Tirkiyê stasyoneke petrolê ya navçeya Tirbespiyê topbaran kir.
-
Êrişên Tirkiyê ser bakûrê Iraq û Sûriyê didomin
Tesrîn 24, 2022 14:14Artêşa Tirkiyê îro jî êriş bire ser hin navçeyên bakûrê Iraq û Sûriyê.