-
Putîn: Eger NATO xwe tevlî şerê Ukraynayê bike em ê şerê wê jî bikin
Adar 06, 2022 05:33Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku her welatekî ku li Ukraynayê herêmeke qedexe ya firînê rabigihîne, ew welat dê weke aliyekî şer bê dîtin. Putin herwiha got ku eger Ukrayna weke endamê NATOyêê bê qebûlkirin, ew ê şerê NATOyê jî bikin.
-
Dijwarbûna pevçûnan li Kîyêv paytexta Ukraynayê di heştemîn roja êrişa Rûsyayê da
Adar 03, 2022 16:45Di roja heştê ya êrişa Rûsyayê ser Ukraynayê da, êrişên hewayî yên ser bajarên sereke û mezin û paytexta vî welatî dijwar bûne. Çavkanîyên ukraynî piştrast kirin ku bajarekî din ketîye destê hêzên rûs û Zelenskî jî dibêje ku heta nika 9 hezar hêzên rûs hatine kuştinê.
-
Boykotên nû yên Amerîkayê li dijî 22 şîrketên leşkerî yên Rûsyayê
Adar 03, 2022 12:19Wezîrê Derve yê Amerîka derbarê 22 kompanyayên leşkerî yên Rûsyayê de boykotên nû sepandin.
-
Dengdana Encûmena Asayîşa NYê ya şermezar kirina Rûsyayê de Iraqê dengê red da
Adar 02, 2022 21:08Îro 02.03.2022yê serokê encûmena şêwirmendê Iraqê Ferhad Eladîn aşkera kir ku hikûmeta federal a Iraqê di civîna encûmena asayîşa ser bi Netewên Yekbûyî (NY) de deng ji bo şermezar kirina Rûsyayê neda.
-
Çavuşoglu: 8 hezar û 50 welatî ji Ukraynayê hatine vegerandin
Adar 02, 2022 19:04Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wan ji destpêka şer ve 8 hezar û 50 welatiyên Tirkiyê ji Ukraynayê vegerandine.
-
Peywendiya telefonî ya wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsyayê
Adar 02, 2022 17:32Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bi telefonê bi Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Shoigu re axivî.
-
Rûsyayê Kherson kontrol kir û Hêzên rojavayî zexta li ser Rûsyayê zêde dikin
Adar 02, 2022 11:27Rûsyayê tevgerên xwe yên leşkerî li Ukraynayê zêde kirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Kherson bi temamî kontrol kiriye. Li aliyekî din Amerîkayê û dewletên rojavayî zextên dîplomatîk û aborî li ser Rûsyayê zêde dikin.
-
Rûsya ji bo beşdarbûna di hemû pêşbirkên voleybolê de hat qedexekirin
Adar 02, 2022 08:34Federasyona Navdewletî ya Voleybolê, her çend beriya niha diyar kiribû ku ew ê werzişê ji siyasetê vediqetînin, lê di biryara xwe ya dawî de beşdarbûna tîmên neteweyî û klûbên Rûsya û Belarusê li pêşbirkên navneteweyî qedexe kir.
-
Amerîkayê 12 dîplomatên Rûsyayê derxistin, Moskow jî dê bersivê bide
Adar 02, 2022 05:09Piştî ku Amerîkayê 12 dîplomatên Rûs derxistin, Moskowê jî pêgirî kir ku dê bersivê bide.
-
Rûsya hêzê li dora Kîevê bi cih dike
Adar 02, 2022 04:55Rûsya li dora paytexta Ukrayna Kîevê hêzê bi cih dike. Gihaşte ber deriyê Khersone. YE jî bi biryareke 'dîrokî', wê alîkariya 'çekên kujer' hêsan bike.