-
Li Dêrsimê şer û pevçûneke giran di navbera hêzên Tirkiyê û PKK derket
May 08, 2021 10:28Li Dêrsimê şer di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket û li gor wezareta navxwe ya wî welatî, 3 gerîlayên PKKê di wî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê jî şer û pevçûn bi tundî berdewam in.
-
Tirkiyê operasyoneke nû li dijî PKKê da destpêkirin
May 06, 2021 22:08Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî, li hersê parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê yên Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
-
Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir
May 06, 2021 13:05Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
-
Tirkiyê binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê Herêma Kurdistanê danî
May 04, 2021 10:52Artêşa Tirkiyê bi rêya esmanî, binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê li sînorê nahiya Kanî Masî ya Herêma Kurdistana Iraqê cîgir kir.
-
Li Metîna û Heftenînê şerên dijwar derketin
May 02, 2021 12:16Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku leşkerê wan ê li Metînayê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye. HPGê jî kuştina 3 leşkerên Tirkiyê li Heftenînê ragihand.
-
PKK û Tirkiyê amarên kuştî û birîndarên şerê li Herêma Kurdistanê belav kirin
Nîsan 26, 2021 21:24Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama êrişên li nav axa Herêma Kurdistanê bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê de, heta niha 31 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên wan hatine kuştin û herwiha 6 leşker jî birîndar bûne. PKKê jî debarê şer û pevçûnan de amareke din belav kir û dibêje 19 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
PKKê dibêje 8 leşkerên Tirkiyê kuştine, lê ev welata tenê kuştin serbazekî piştrast dike
Nîsan 26, 2021 10:19Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. PKKê dibêje di vî şerî de 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.
-
Li Heftanîna Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Nîsan 23, 2021 00:09PKK'ê ragihand ku li herêma Heftanînê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
-
Li Metîna û Bagokê 7 şervanên PKKê hatin kuştin
Nîsan 08, 2021 19:32PKK'ê ragihand ku li Metînayê di 5'ê Nîsanê de gerîlayek û di 29'ê Adarê de li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî 6 gerîla hatin kuştin.
-
Li dijî PKKê operasyoneke nû hat destpêkirin
Adar 30, 2021 17:29Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî, li herdu parêzgehên kurdnişîn ên Şirnex û Sêrtê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.