Tirkiyê binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê Herêma Kurdistanê danî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i326067-tirkiyê_binkeyeke_serbazî_li_çiyayê_kevresor_yê_herêma_kurdistanê_danî
Artêşa Tirkiyê bi rêya esmanî, binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê li sînorê nahiya Kanî Masî ya Herêma Kurdistana Iraqê cîgir kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 06:22 Asia/Tehran
  • Tirkiyê binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê Herêma Kurdistanê danî

Artêşa Tirkiyê bi rêya esmanî, binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê li sînorê nahiya Kanî Masî ya Herêma Kurdistana Iraqê cîgir kir.

Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re diyar kir: “Şeva din şer di navbera PKK û Tirkiyê de li deverê berdewam bû û piştre li pey bombebaraneke tund li dijî binkeyên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK), hêzên Tirkiyê duh sibeyê li çiyayê Kevresor daketin û binkeyeke serbazî li wê deverê cîgir kirin.”

Serbest Sebrî herwiha diyar kir: “Ji 27ê meha borî ve artêşa Tirkiyê li deverên Zinarê Kêste û bilindahiyên Çelkê Mesîhiyan û Mela Redê, ji helîkopterê daketin û binkeya xwe ya serbazî cîgir kirin.”