-
Du leşkerên din ên artêşa Tirkiyê jî li bakurê Iraqê hatin kuştin
Tîrmeh 28, 2021 10:30Du leşkerên din ên artêşa Tirkiyê di dewama êrîşên neqanûnî yên vî welatî ser bakurê Iraqê hatin kuştin.
-
Serbazekî Tirkiyê li Xakurkê hat kuştin
Tîrmeh 27, 2021 14:25Serbazekî artêşa Tirkiyê li navçeya Xakurkê ya Herêma Kurdistanê hat kuştin.
-
Parlamenta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê xwest êrişên xwe ser vê herêmê rawestîne
Tîrmeh 11, 2021 11:45Piştî lêkolîneke meydanî li deverên şerê di navbera PKKê û Tirkiyê de, Parlamenta Herêma Kurdistanê ragihand ku PKK bahaneyan çêdike da ku Tirkiye êrîşî ser Herêma Kurdistanê bike. Parlamenta Kurdistanê herwiha daxwaz kir ku PKK rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire û Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne.
-
Şerê giran di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê
Tîrmeh 05, 2021 07:26Şeva çûyî li Zinarê Kêste û li ser riya gundê Hirûrê şerekî giran di navbera endamên PKKê û artêşa Tirkiyê de destpê kiriye û Tirkiye jî deverê bombebaran dike.
-
Ji ber bombebarana balefirên Tirkiyê li binarê Qendîlê elektrîka hin gundan qut bû
Tîrmeh 04, 2021 00:09Balefirên şer ên Tirkiyê binarê çiyayê Qendîlê bombebaran kir û ziyaneke mezin gihande tora elektirîkê li wê navçeyê û elektirîk li ser hejmarek gund hat birîn.
-
Îdiayên Tirkiyê û PKKê derbarê kuştina hêzên hevdu
Hezîran 27, 2021 23:40Wezareta karên Hundir a Tirkiyê dibêje ku çend endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li başûrê rojhilatê vî welatî hatinê kuştin. PKKê jî dibêje ku li bakura Iraqê û di nav Tirkiyê de 16 leşkerên Tirkiyê kuştine.
-
Hûrgiliyên bombebarana Tirkiyê li ser gundên Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê
Hezîran 25, 2021 22:43Ji ber bomberanên Tirkiyê li gundên Dêreş û Mijê yên ser bi Dêrelûkê ve bi dehan serî pez mirar bûn û ziyaneke mezin gihêşt xelkê navçê. Xwediyê pez dibêje, "Ev karê Tirkan e. PKK li vir nîn e û ti caran nehatiye gundê me."
-
Arêz Ebdullah: Hebûna PKK`ê behane ye, amanca dewleta Tirkiyê dagirkerî ye
Hezîran 23, 2021 17:04Hawar Newsê nivîsiye: "Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê Arêz Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirkiyê hebûn PKK dike behane, lê ev ne rast e, armanca wê dagirkirina Herêma Kurdistanê ye û da zanîn ku ew amade ne bibin navbeynkarê pêşîlêgirtina şerê di nava Kurdan de."
-
Barzanî ji PKKê ra: Cenga xwe ji Iraqê bibin derve
Hezîran 21, 2021 12:54Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji vê partiyê xwest ku cenga xwe ji miletê kurd ê Iraqê dûr bike.
-
Ji ber êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê 10 gund li Zaxo vala bûne
Hezîran 20, 2021 21:18Li Nahiya Batîfa ya ser bi Zaxo ve ji heyama du mehan ve ji ber êrişên hewayî û bejahî yên Tirkiyê bi behaneya PKKê, 10 gund vala bûne û xelkê wê nikarin biçin nav zevî û rezên xwe.