Barzanî ji PKKê ra: Cenga xwe ji Iraqê bibin derve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i327145-barzanî_ji_pkkê_ra_cenga_xwe_ji_iraqê_bibin_derve
Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji vê partiyê xwest ku cenga xwe ji miletê kurd ê Iraqê dûr bike.
(last modified 2024-08-13T09:59:24+00:00 )
Hezîran 21, 2021 08:24 Asia/Tehran
  • Barzanî ji PKKê ra: Cenga xwe ji Iraqê bibin derve

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji vê partiyê xwest ku cenga xwe ji miletê kurd ê Iraqê dûr bike.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Russia Today a erebî, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di axaftinekê da li merasima cejna bidawîhatina perwerdehiyê ya zanîngeha amerîkî li Dihokê, got: Em gişt divê yekdeng ji PKKê ra bibêjin ku bêrêzî li daxwaza gelê Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên qanûnî bes e.

Serokê Herêma Kurdistanê got: PKK divê cengê ji gelê Kurdistanê dûr bike û rêzê li hakimiyeta Iraq, navçe û qanûnê bigire û qanûnên navçeyê berçav bigire.

Ev gotinên Barzanî di halekî da ne ku heta niha gelek aliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdengî û sersariya rayedarên vê herêmê û partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên Tirkiyê û dagirkirina hin navçeyên herêmê bi behaneya şerê dijî PKKê dane ber rexneyan.