-
Fayêq Gulpî: Tirkiye ji bo êrîşî rêveberên PKKê bike bi YNKê re hemahengiya wê ya îstixbaratê heye
Hezîran 20, 2021 20:22Fayêq Gulpî serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ya ser bi PKKê li Herêma Kurdistanê ku hate hilweşandinê aşkera kir, Tirkiye bi armanca jinavbirina rêveberên PKKê li sînorê Silêmaniyê hemahengiya wê ya îstixbaratê li gel YNKê heye.
-
Îfadeyên êrişkarê avahiya HDPê ya li Îzmîrê
Hezîran 18, 2021 13:10Êrişkarê ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê ku karmendeke wê bi navê Deniz Poyraz kuşt dibêje ku 10 gulle pêr bûn û qesda wî gelek kes bûn lê tenê kesek li avahiyê dîtiye û ew kuştiye.
-
PKKê kuştina 11 leşkeran û Tirkiyê jî kuştina 9 hêzên PKKê ragihand
Hezîran 17, 2021 19:12Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) a ser bi PKKê ragihand, li navçeyên Metîna û Avaşîn ên li Herêma Kurdistanê hêzên wan 11 serbazên Tirkiyê kuştin û nasnameyeke hêzekî xwe jî aşkere kir ku di şer de canê xwe ji dest daye. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, 9 hêzên PKKê di êrişên wan ên asmanî de hatine kuştin.
-
Li Stenbolê 5 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin
Hezîran 17, 2021 00:58Li 5 navçeyên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê polîsan bi ser hejmarek malan de girtin û di encamê de 5 kes bi tometa endametiya PKK hatin desteserkirin.
-
Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Hezîran 13, 2021 10:09Li parêzgeha Bedlîsê ya Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
-
Leşkerekî Tirkiyê di êrîşa PKKê da lio bakurê Iraqê hat kuştin
Hezîran 13, 2021 09:47Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî vî welatî li bakurê Iraqê ji aliyê hêzên PKKê va hatiye kuştin.
-
Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragehandin
Hezîran 12, 2021 16:44Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta hebûna şervanên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
-
Parlamentera Alman: Divê Almanya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve lêkolîn bike
Hezîran 09, 2021 00:28Endama Parlmenta Almanyayê û berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan (DIE LINKE) Ulla Jelpke ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijê hêzên PKK pêşniyazpirsek da Parlamenta Federal ya Almanyayê û dibêje divê Hikûmeta Federal îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve lêkolîn bike.
-
Li Amedê 33 kes bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatin girtin
Hezîran 08, 2021 21:31Li parêzgeha Amedê ya kurdnişîn li Tirkiyê ew 34 welatiyên ku bi tohmeta hevkarîkirina bi PKKê re hatibûn desteserkirin, 33 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
-
PYDê kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê karê Tirkiyê da zanîn
Hezîran 06, 2021 21:36Partiya Yekitiya Demokratîk a kurdên Sûriyê (PYD) bombebarana Kampa Mexmûrê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir, herwiha ragihand Tirkiyê êrişa li Metîna ya ser hêzên Pêşmerge ku bû sedema kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêk aniye.