-
Hevbendiya Fetih: Bêdengiya hikumeta Federal li ser êrişên Tirkiyê nîşaneya lihevkirinê ye
May 01, 2022 08:51Parlamanterê ji Hevbendiya El Fetih Mihemed El-Beldawî îro destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Federal li hember êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê, nîşaneya hebûna lihevkirineke veşartî di navbera her du aliyan de ye.
-
Şervanên jin û mêr ên PKKê îdia dikin ku herî dawiyê li ser hev 28 leşkerên Tirkiyê kuştine
Nîsan 27, 2022 22:38Şervanên jin ên PKKê ku pêra YJA-Star dibêjin dibêjin li dijî komeke girêdayî artêşa Tirkiyê li Werxelê ya Avaşînê operasiyonek li dar xist. Di encama vê operasiyonê de 8 leşkerên Tirkiyê kuştin û 2 leşker jî birîndar Kirin. Ji aliyê din ve hêzên din ên PKKê ku navê HPG lê kirine dibêjin ku wan jî 20 leşker kuştine.
-
Di çarçîva hevkariya PDK û Tirkiyê de hêzên PDKê dest danîn ser madeyên teqîner ên PKKê
Nîsan 27, 2022 16:32Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDKê ragihand ku wan dest bi ser hejmareke zêde ya madeyên teqemenî û serbazî de girtine ku mûşekên dijîtank û TNT di nav de bûne û “PKK xwestiye wan li şerê dijî artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi kar bîne.”
-
Hejmarek ji kurdên li Swîsreyê bi ser Nûnertiya PDKê ya li Swîsreyê de girtin
Nîsan 27, 2022 09:15Hejmareke kes ku di destê wan de flamayên PKKê hebûn hewldan têkevin avahiya Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Swîsreyê, lê polîsan rê li ber wan girt.
-
Artêşa Tirkiyê top avête gundê Hirorê ya Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê
Nîsan 26, 2022 10:38Li gundê Hirorê yê girêdayî devera Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê topguleyek li mala welatiyekî ket û mixtarê gund diyar kir ku tenê ziyana madî çêbûye.
-
Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê: Nefta Kerkûkê hokara destdirêjiya Tirkiyê ser axa Iraqê ji 30 sal berê va ye
Nîsan 25, 2022 17:30Rêberekî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê îro tekez kir ku bîrên neftê yên Kerkûkê hokara sereke ya êrîşên berdewam ên Tirkiyê li ser Iraqê ji 30 sal berê va ye.
-
Bexda: Operasiyona Tirkiyê li bakurê Iraqê tu bingeheke qanûnî tuneye
Nîsan 25, 2022 14:48Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand, tu lihevkirinek di gel Tirkiyê derbarê operasiyona vî welatî li Iraqê pêk nehatiye û ev kiryar qanûnî nînin.
-
Dubare tekezkirina Tirkiyê li ser berdewamiya êrişên leşkerî li Iraqê
Nîsan 24, 2022 19:45Tevî nerazîbûna fermî ya berpirsên hikûmeta Bexdayê li hember berdewamiya operasyona leşkerî ya Tirkiyê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya êrişên leşkerî li ser bakurê Iraqê kir.
-
Daxuyaniyên dawiyê yên PKK û Tirkiyê derbarê şerê wan li Herêma Kurdistanê
Nîsan 24, 2022 10:22Hêzên PKKê ragihand ku duh li devera Zap û Avaşîn 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama êrişên wan de 11 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.
-
Erdogan pişt rast kir ku di operasyonên li bakurê Iraqê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Nîsan 22, 2022 20:26Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di operasyona artêşa tirk de ya li bakurê Iraqê 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.