-
Li Bakurê Iraqê kuştina artêşa Tirkiyê dewam dike
Hezîran 14, 2022 05:51Li herêma Zap-Avaşînê li Herêma Kurdistanê ya ku operasyona "Pence-Kilîd" lê dewam dike, di çalakiya ku ji aliyê hêzên PKK ve hat lidarxistin de leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin.
-
Çar leşkerên din ên Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin
Hezîran 13, 2022 12:28Ji ber teqîna mînê li navçeya operasiyona Pence-Kilîlê ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê çar leşkerên vî welatî hatin kuştin.
-
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê mirina 2 leşkerên din ên vî welatî ragihand
Hezîran 12, 2022 10:30Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê çekdarî yê PKK'yê derbarê şer û pevçûnên dawî de amarên nû belav kirin.
-
Raporên Tirkiyê û PKKê derbarê şer û pevşênên wan li Herêma Kurdistanê
Hezîran 10, 2022 19:30Artêşa Tirkiyê dibêje di encama berdewamiya operasyona xwe li bakurê Iraqê 5 endamên PKKê kuştine. Ji aliyê din ve baskê çekdar ê PKKê jî îro ragihand ku hêzên wê 4 leşkerên Tirkiyê kuştin û yek jî birîndar kirin.
-
Tirkiyê careke din HSD wek merc danî ber Fînland û Swêdê
Hezîran 09, 2022 04:25Serokkomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya bo NATO'yê de careke din careke din HSD wek merc danî Fînland û Swêdê û got “Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belavkirin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATO'yê. Bo NATO'yê jî heman tişt rast e.”
-
Bankirina Balyozê Îtalya bo wezareta derve ya Tirkiyê
Hezîran 07, 2022 06:57Enqere gazî balyozê Roma yê li Tirkiyê kir û nerazîbûna xwe li hember çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Îtalyayê nîşan da.
-
PKK û Tirkiyê amarên şer belav kirin
Hezîran 02, 2022 17:31Navenda Ragihandin û Çapemaniya baskê çekdar ê PKKê ragihand ku hêzên wan li herêma Zapê 7 leşkerên Tirkiye kuştine. Li beramber vê yekê jî Wezareta Bervaniya Tirkiye jî canjidestdana 5 şervanên PKKê ragihand.
-
Şandeke Parlemana Iraqê dê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike
Hezîran 02, 2022 13:17Şandeke Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê di demeke nêzîk de dê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên ligel Tirkiyê bike.
-
PKK: Şervanên me helîkoptereke din a Artêşa Tirkiyê xistin erdê
Hezîran 02, 2022 11:46PKKê diyar kir ku şervanên wê li herêma Metîna helîkopterek din a Artêşa Tirkiyê xistin xwarê.
-
Erdogan: Ewropî piştgiriya rêxistinên terorîst dikin
Hezîran 01, 2022 16:13Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser axa Sûriyê û kurdên vî welatî kir û ragihand, Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em dê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin.”