-
Peyama pîrozbahiya Zerîf bi boneya salvegera serketina Berxwedana Libnanê di şerê 33 rojî da
Tebax 14, 2020 08:09Wezîrê karên derve yê Îranê çardehemîn salvegera serketinamezin a Berxwedana Libnanê di şerê 33 rojî li gel û dewleta vî welatî pîroz kir.
-
Serokomarê Lubnanê: Zirara teqînan zêdeyî 15 milyar dolar e
Tebax 13, 2020 18:41Serokomarê Lubnanê ragihand, teqînên li Bendera Beyrutê bi qasî 15 milyar dolar zirar gihandiye wî bajarî û ji ber hejmara zêde ya birîndaran jî nîvê nexweşxaneyên wî welatî şiyana wan a wergirtina nexweşan nemaye.
-
Tirkiye Keraseta Beyrûtê ji xwe re wek deriyekî bona berfirekirina Osmanîzma nû dibîne
Tebax 13, 2020 15:03Dewleta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li dewletên Ereban fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de dixebite hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike û bisepîne.
-
Rûhanî bo Mekron: Bila Ewropa nekeve ber bayê Amerîkayê
Tebax 12, 2020 15:21Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî bi Serokomarê Fransayê ra tevî amajeya bi vêya ku kiryarên Amerîkayê hertim jibo jinavbirina Peymana Atomî bûne, got: Nabe ku Ewropa bikeve bin bandora Amerîkayê û davika vî welatî.
-
Hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîşte 163 kesan
Tebax 11, 2020 12:12Hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan û hejmara birîndaran jî gihêştiye nêzîkî 6 hezar kesî.
-
Nimandina ala Lubnanê li ser Birca Azadî ya Tehranê
Tebax 11, 2020 05:33Birca Azadiya Tehranê ji bo nîşandana hevderdiya netewê Îranê bi netewê Lubnan re piştî teqînên mezin ên Beyrûtê bi rengê Ala Lubnanê hat xemlandin.
-
Serokwezîrê Lubnanê îstifa kir
Tebax 11, 2020 05:12Piştî teqîna 4’ê Tebaxê ya li paytexta Lubnan Beyrûtê û şûnde, xwepêşandanên protestoyî yên gel destpê kir. Piştî çalakiyên gel jî ji hikûmetê li ser hev wezîran îstifaya xwe dan. Niha jî Serokwezîr Hesen Dîab îstifaya xwe da.
-
Wezîra Ragihandinê ya Lubnanê îstîfa kir
Tebax 09, 2020 17:58Piştî teqîna Sêşemê ya li paytexta Beyrûtê Wezîra Ragihandinê ya Lubnanê Manal Ebdul Samed îstîfa kir. Van rojên dawî gelek wekîlan jî îstîfaya xwe dabûn.
-
Xwepêşanderên Lubnanê bi ser dezgehên hikûmetê de girtin
Tebax 09, 2020 08:20Li paytextê Lubnanê bajarê Beyrûtê bi hezaran xwepêşanderan daketinin cade û kolanên bajêr û ji ber teqîna 4ê Tebaxê ya li wî bajarî rêveberiya siyasî protesto kirin. Hejmareke xwepêşanderan ketin nav avahiya Wezareta Derve ya Lubnanê daxwaza hilweşandina desthilatdariyê kirin.
-
Rêjîma Siyonîst balefira bêmirov a xwe xist xwarê
Tebax 08, 2020 15:21Rojnameyeke Rêjîma Siyonîst ragihand ku Artêşa Israîlê balefireke xwe ya bêmirov bi şaşitî xistiye xwarê.