-
Reuters: Mûşeka amerîkî dawetekî li Îranê kire hedef
Îlon 04, 2026 17:04Piştî New York Times`ê, Reutersê jî ji zarê çar karzanên çekan ragihand ku Amerîkayê rasterast dawetekê li Sîrîkê kiriye hedef. Çak Şomêr, rêberê demokratên Sênaya Amerîkayê jî daxwaza destpêkirina lêkolînên fermî ji aliyê Sentcomê li ser êrişa ser dawetekî li bendera Kûhêstek a Îranê kir.
-
Iraqçî xitabî hevtûşê xwe yê urdinê: Divê Îran çi qas li bendê bimîne ku bersiva destdirêjkeran bide:
Îlon 04, 2026 16:59Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, wek berteka li hember axiftinên vê dawiyê yên hevtûşê xwe yê urdinî, di tora civakî de nivîsî: Li gorî Wezîrê Karên Derve ya Urdinê divê Îran heta kengê li bendê bimîne ta ku bersivê bide destdirêjkerekî ku ne rêzê li hakimiyeta welatên Ereb digire ne jî li hakimiyeta Îranê.
-
Pêgîriya Sipahê li ser pêwîstiya bersivdayîna serokên Amerîkayê li ser dosiyeya reş a êrişên xwe ser dawetên li welatên curbicur
Îlon 03, 2026 18:44Dayireya peywendiyên giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, di daxuyaniyekî de amajeyî lîsteyek ji cinayetên Amerîkayê yên êrişa ser dawetan li welatên curbicur kir û ragihand divê rayedarên amerîkî bersivê bidine raya giştî ya cîhanê.
-
Rexneya berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji sipîkirina cinayetên hêzxortan bi şêwaza sersekreterê NY
Îlon 03, 2026 18:44Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi rexneya ji helwêsta Antoniyo Gotrêş li ser serkevtina NY bona girtina pêşiya pêkhatina şerê di navbera hêzxortan de got: Nihêrîneke bi vî rengî ne tenê her şerrekî rewa nîşan dide, belke cinayetên aktorên qaşo hêzxort sipî dike. Balyoz û kardarê Îranê li NY jî di nameyekê ji bo Konseya ewlehiyê ragihand, êrişa Amerîkayê ser dawetekê cinayeta cengê
-
Hevdîtina Pizişkîyan u Pûtîn; Ûrsêtê hevgirtina xwe tev gelê Îranê ragihand
Îlon 01, 2026 18:53Serokê Komara Islamî ya Îranê u Serokomarê Ûrsêtê li rex civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê li şarê Bîşkek paytexta Qirqîzistanê hevdîtin pêk anîn.
-
Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê: Destdirêjîya ji ti cîyekî va yê neyê tamulkirin
Îlon 01, 2026 18:38Serokerkantîya Hêzên Çekdar u Biryargeha Xatem ul Enbîya yên Îranê serokên Amerîkaya cinayetker hişyar kirin: We bi caran vîna xurt a hêzên çekdar u gelê cesûr u berxwedêr ê me ceribandîye, careka din vî karî nekin.
-
Têhran: Em bi awayekî tam derbara liv u tevgerên dijmin da hişyar u baldar in
Îlon 01, 2026 18:10Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Têhran bi hişyarbûn u baldarbûneke tam liv u tevgerên dijmin dişopîne û yê ti destdirêjîyekê bêbersiv nehêle.
-
Wajokirin u pesedkirina çend belgeyên hevkarîyê di civîna Serokên Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê da
Îlon 01, 2026 18:06Di civîna Serokên welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê da li Qirqîzistanê, çend biryar u belge bi amadebûna rayedarên beşdar ji wan Serokê Komara Islamî ya Îranê hatin hilkolandin, wajokirin u pesendkirin.
-
Serokwezîrê Pakistanê: Destdirêjîya ser Îranê hokara qeyranê li navçê ye
Îlon 01, 2026 17:18Serokwezîrê Pakistanê got: Binpêkirina yekperşetîya axa Komara Islamî ya Îranê wek endamekî Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê ya di destpêka îsal da bû sedema qeyraneke mezin li navçeyê û em pêgirîyê dikin ku tenha rêkar, dîplomasî ye.
-
Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê: Hema nika şerê dijî Îranê bi dawî bînin
Îlon 01, 2026 17:08Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê ji ber berdewambûna şerê Trump dijî Îranê bi tundî rexne kir u hişyarî da ku fermandeyên leşkerî yên Amerîkayê zingila xeterê derbara dûhatên demdirêj ên vî şerî ji bo şîyana berevanî û ewlehîya navxweyî ya welatê me lêxistine.