Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku DAIŞ'ê piraniya şaneyên xwe kom kirin da ku êrişî girtîgeha Hesekê bikin û got: "Hêzên me bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da û piraniya revandî girtin."
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê qedexe ragihand û eşkere kir, “Xebatên me ji bo jinavibirina çeteyên DAIŞê berdewam e.”
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên taybet, hewldaneke revîna komî ya çeteyên DAIŞ`ê têk bir û li derdora girtîgeha Xiwêran a Hesekeya Sûriyê 89 çete girtine.
Wesayîteke bombebarkirî li nêzîkî zindana Xiwêran a Heseke hat teqandin û şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û şaneyên DAIŞê de derket.
Li Herêma Hesekeyê û bajarê Qamişloyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfeke zêde dibare.
Teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser hejmareke din ji koçberên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê derxist û ew şandin navçeyên wan ên li Dêrazorê. Derxistina koçberên Sûrî di bin çavdêriyeke tund ya hêzên ewlekariyê de hate kirin.
Rayedarên xwecihî li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê rojhilatê Sûriyê qala awarebûna bi sedan malbatên sûrî li pey êrîşên artêşa Tirkiyê ser vê parêzgehê kir.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 50 topan navçeyên Til Temir û Zirgan kirin hedef û di encamê de 2 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê roja Sêşemiyê careke din cihwarên jiyanê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê Sûriyê dan ber êrîşên topxaneyê.
Koma bi navê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku ji destpêka vê mehê ve 6 kes, di nav wan de 4 jin, li kampa Holê ya li rojhilatê Heseke hatine kuştin.