-
Hevserokên YNKê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirin
Sibat 16, 2021 05:56Hevserokên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi peyamên cuda tevî şermezarkirin êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê, destnîşan kirine ku li dijî her cûre gef û xetera dijî jiyan û ewlehiya welatiyên Herêma Kurdistanê radiwestin.
-
Mesrûr Barzanî: Lêkolînên derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê dest pê bûne
Sibat 16, 2021 05:46Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku lêkolînên derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê dest pê bûne û di vî warî da ew digel serokwezîrê Iraqê jî axiviye.
-
Serokomarê Iraqê: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê kiryareka terorîstî bû
Sibat 16, 2021 05:26Serokomarê Iraqê got: Êrîşa li ser balefirgeha Hewlêrê nîşana kiryareka terorîstî ye ku hewildanên jibo parastina ewlehiya welêt û ewlehiya welatiyan kiriye armanc.
-
Herêma Kurdistanê - Balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê kete ber êrîşê
Sibat 15, 2021 21:38Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê û baregeheke Amerîkayê li vê balefirgehê ketine ber êrîşa bi roketan.
-
Tirkiye: Di encama bombebarana herêma Garê de 3 endamên PKKê hatin kuştin
Sibat 15, 2021 19:03Artêşa Tirkiyê dibêje ku di encama êrişa Balafirênbê pîlot ên vî welatî ser devera Garê 3 endamên PKKê hatin kuştin.
-
Siyasetmedarê Kurd ê Iraqê Roj Nûrî Şaweys koça dawî kir
Sibat 15, 2021 09:43Dr. Roj Nûrî Şaweys, endamê Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistana Iraqê (PDK), îro di temenê 74 saliyê de bi sedema nexweşiyê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
-
Tirkiyê qala bidawîhatina operasiyona leşkerî li bakurê Iraqê kir
Sibat 14, 2021 18:45Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala bidawîhatina operasiyona leşkerî ya Pencika Bazê-2 ya vî welatî li bakurê Iraqê kir.
-
Pêngava Iraqê jibo dabînkirina ewlehiya navçeya Şengalê
Sibat 14, 2021 14:55Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê destnîşan kir, Artêş û Polîsê xwecihî dabînkirina ewlehiya Şengalê li bakurê vî welatî girtine ustiyê xwe.
-
Fermandarê Heşda Şeibî li şengalê: Em bi tu awayî Şengalê jibo Tirkiyê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê vala nakin
Sibat 14, 2021 11:55Fermandarê hêzên Heşda Şeibî yên li Şengalê destnîşan kir ku ev hêz jibo sekinîna li hemberî êrîşa Tirkiyê bo vê navçeyê hatine şandin û bi tu awayî Şengalê jibo Tirkiyê û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê vala nakin.
-
Operasiyona Tirkiyê dijî PKKê li bakurê Iraqê
Sibat 14, 2021 08:49Artêşa Tirkiyê ragihand ku di operasiyona Pencika bazê-2 li bakurê Iraqê 42 endamên PKKê hatine kuştin û du kes jî hatine girtin.