-
Civîna 16`an a Serokên Koma Birîks
Çirî 24, 2024 16:46Pêzêşkiyan Serokomarê Îranê piştî sefera bo Rûsiyê gotiye ku hevkariya bi Birîksê re û berfirehkiirna peywendiyên bi welatên endam re wê di vê seferê da bên raberkirin.
-
Pêşangeha 'Hema wisa; Bahoz' hat vekirin
Çirî 22, 2024 14:13Pêşangeha navneteweyî ya poster û wênesziyê ya 'Hemas wisa; Bahoz'ê li Bazineya Hunerî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê hat vekirin. Ev pêşangeh bi çavdêriya 'Sabir Şêx Rezayî' hatiye lidarxistin û şiroveya hunermendan ji bûyerên yek sala derbasbûyî piştî Operasyona 'Bahoza Eqsayê' ye. Ev berhem ji aliyê 47 hunermendan ji welatên cûrbicûr û 33 hunermendên îranî va hatine bijartin.
-
Şehîd Yehya Sênwar; Rêberê Tevgera Hemasê û Mîmarê operasyona mezin a Bahoza Eqsayê
Çirî 21, 2024 12:38Yehya Îbrahîm Sênwar ji kesayetên herî nasyar ên tevgera Hemasê bû ku bi bawera karzanan xwedî kulmeke hesinî bû û guherînên mezin pêk dianî.
-
Keleha dîrokî ya Mûrçexortê li Parêzgeha Îsfehanê
Çirî 20, 2024 13:05Keleha dîropkî ya Mûrçexortê ji bînayên herî ecêb ên dîrokî li Parêzgeha Îsfehanê ye. Ev keleh bi rûbereke derdora 33 hezar mitrên çarkunc, heşt bircên nobedariyê, du derwazeyên sereke û komeleke bînayan weke hemam, mizgeft, îmamzade, serbazxane û malên ji bo niştecihbûnê wek bînaya herî mezin a ji kelpîçê di asta cîhanê da piştî Erga Bemê tê naskirin.
-
Girên sor li ser rêya Serçem-Xelxalê
Çirî 17, 2024 12:43Li rêya ku ji Serçemê diçe Xelxalê li Parêzgeha Erdebîlê, xwezayeke balkêş bi gir û çiyayên bi rengê sor heye ku bala her bînerekî dikişîne.
-
Li Xorasana Bakur 'Papaya' tê berhemanîn
Çirî 19, 2024 13:06Papaya mêweyeke deverên germ e ku roja îro darên wê li Gulxaneya Îmam Reza (S) a Şaristana Mane û Semelqanê li Parêzgeha Xorasana Bakur tên çandin û ev mêwe tê berhemanîn.
-
Oxirkirina meytê Şehîd 'Ebas Nîlfiroşan'
Çirî 16, 2024 12:55Rêûrisma oxirkirina meytê Serleşker Şehîd 'Ebas Nîlfiroşan' Şêwirmendê Payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê li Libnanê, sibeha Sêşemiyê, 15ê Cotmeha 2024an, bi amadebûna berpirsên welêt û rayedarên leşkerî, malbatên şehîdan û gel, li Meydana Îmam Hisên (S) a Tehranê hat lidarxistin.
-
Sêyemîn Cejna Mêhrê ya Sînemaya Îranê
Çirî 13, 2024 13:51Sêyemîn Cejna Mêhrê ya Sînemaya Îranê êvara Şemiyê, 12ê Cotmeha 2024an, di rêûrismekê da tevî sipasiya ji komeke pêşeng û hunermendên sînemayê ji wan Elî Nesîrîyan, li Mûzexaneya Sînemayê ya Îranê dwî li karê xwe anî.
-
Roja Cîhanî ya Balindeyên Koçer
Çirî 12, 2024 13:06Gişt balindeyên koçer di çerxeya jiyana xwe da girêdayî bi avê û jîngehên têkildarî wê ne. Gol, çem, delav, pengav û erdên peravê, deşt û heta deverên beyarî ji bo xwarin, vexwarin, çêkirina hêlînê û bêhnvedanê di heyama koçberiyên demdirêj da pêwîst in.
-
Malên kevn li Sewadkûha Mazinderanê
Çirî 10, 2024 14:14Rewşa keşûhewayê û barînên zef, bandor li cûreya avakirina mal û avahiyan Şaristana Sewadkûhê li Parêzgeha Mazindertanê kiriye û şêwazeke mîmariyê ya taybet pêk aniye. Banên taybet, pencereyên darîn, bilindbûna binemaya avahiyê ji erdê û bikaranîna darên daristanê wek dîwar û depên li arîkê ji taybetmendiyên berê yên çêkirina avahiyan li vê navçeyê ne.