-
Civîna rayedarên Riyazê
Mijdar 12, 2024 10:18Civîna rayedarên Riyazê bi amadebûna rayedarên piraniya welatên erebî û îslamî jibo bidestxistina helêwsteke hevgirtî derbarê rawestandina şêr li Xezze û Lubnanê hat li darxistin.
-
Bajarê Xoyê
Mijdar 11, 2024 18:15Şaristana Xoyê bi kevnatiya heft hezar salan, duyemîn bajarê Parêzgeha Azerbaycana Rojava ji hêla nifûs û gelheyê ye. Ev bajar nêzikî sinûrê Îran û Tirkiyê ye. Kevnebajarê Xoyê li rojhilatê bajarê Xoyê yê niha ye û li ser destûra Ebas Mîrza û ji aliyê Emîr Ehmedxanê Dunbelî di destpêka serdema Qeceran da hatiye çêkirin.
-
Komcivîna 'Mekteba Nesrullah'
Mijdar 09, 2024 17:20Komcivîna navneteweyî ya 'Mekteba Nesrullah' roja Şemiyê, 9ê Mijdara 2024an, hevdem digel çilema şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah bi amadebûna Muhemed-Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî, Xulamhisên Muhsinî Êjeyî Serokê Sazîya Dadweriyê, Serdar Îsmaîl Qaanî Fermandeyê Sipaha Qudsê, Seyîd Ebas Eraqçî Wezîrê Karên Derve û komeke rayedarên welêt û ramanwerên ji 13 welatan li Salona Civîna Serokan a Tehranê tê lidarxistin.
-
Merasîma rêzgirtin ji cih û şûna hemşîreyan
Mijdar 08, 2024 15:02Sibeha roja çarşemiyê merasima rêzgirtin aji cih û şûna hemşîreyan bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizişkiyan li Têhranê hat lidarxistin.
-
Hevdîtina endamên Civata Şarezayên Rêbertiyê digel Rêberê Şoreşê
Mijdar 07, 2024 18:07Nûnerên Civata Şarezayên Rêbertiyê sibeha îro Pêncşemiyê, 7ê Mijdara 2024an, di dawiya duyemîn civîna dora şeşem a vê meclîsê bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî hevdîtin pêk anîn.
-
Çinîna Gula Zeferanê li Azadşehrê
Mijdar 05, 2024 16:37Çinîn û berhevkirina Gula Zeferanê li zeviyên gundê Wamnanê li Şaristana Azadşehrê ya Parêzgeha Gulistanê wek cemsera berhemanîna vî giyayê dermanî dest pê bûye. Zeferan giyayekî çendsalî ji rêza Zembeqan e ku di pêşeyên çêkirina xwarinê, patina şîeaniyan, dermansazî û pêşeyên din da tê bikaranîn. Gundê navbirî anku Wamnan dikeve 150 kîlomitriya bajarê Gurganê, navenda Parêzgeha Gulistanê li bakurê rojhilatê Îranê.
-
Meşa 13ê Abanê li seranserî welêt
Mijdar 03, 2024 17:29Meşa Yewmullaha 13ê Abanê (3ê Mijdarê), "Roja Neteweyî ya Têkoşîna dijî Îstikbara Cîhanî" bi dirûşma "Amerîka mihwera Şerûtiyê li Cîhanê" Yekşemiyê, 3ê Mijdara 2024an, bi beşdariya xwendevan, xwendekar û çîn û qatên cûrbicûr ên gel li seranserî Îranê hat lidarxistin.
-
Berhevkirina hinaran li Hewramanê
Mijdar 02, 2024 16:30Bi hatina demsala payîzê û ji nîveka Cotmehê va, berhevkirin û hilberandina hinaran li baxên devera Hewramanê dest pê dibe. Hinarê Hewramanê ji bilî xwarina wek mêwe û firotina rasterast, av û dûşava wê vediguhere berhemên cûrbicûr û raberî bazarê tê kirin.
-
Paytexta Îsotê ya Îranê
Cotmeh 29, 2024 18:13Gundê Bîzeyê ser bi Şaristana Dawerzenê li Parêzgeha Xorasana Rezewî bi 30 kargehên amadekirina Îsotê, wek cemsera Îsotê li Îranê tê naskirin. Îsota sor ji berhemên taybetî Bîzeyê ye.
-
Zahîyeya Beyrûtê piştî êrişên Rejîma Siyonîst
Cotmeh 28, 2024 16:27Li gorî rapora IRNAyê, Zahîyeya Başûr navçeyeke pirranî şîe-nişîn li dorhêla başûrê Beyrûta paytexta Libnanê û şaristana Be'bedayê ye. Ev navçe ji bilî şîeyan, kêmîneyek ji misilmanên sune, xirîstiyanî û kampeke awareyên filistînî bi gelheya 20,000 kesî di xwe da dihewîne. Zahîyeya Başûr navçeyeke niştecihbûnê û ticarî tevî gelek navendên kirrînê, firoşgeh û bazaran e.