-
Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê: Hema nika şerê dijî Îranê bi dawî bînin
Îlon 01, 2026 17:08Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê ji ber berdewambûna şerê Trump dijî Îranê bi tundî rexne kir u hişyarî da ku fermandeyên leşkerî yên Amerîkayê zingila xeterê derbara dûhatên demdirêj ên vî şerî ji bo şîyana berevanî û ewlehîya navxweyî ya welatê me lêxistine.
-
Nerazîbûna Îranê himberî Konseya Emnî bi dû destdirêjîya Amerîkayê ser Grava Larekê
Îlon 01, 2026 17:02Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê NY, di nameyekê da bo Sersekreterê Konseya Emnî û Serokê Konseya Emnî ya vê rêxistinê, bi tundî êrişa Amerîkayê ser Grava larekê li Kendava Farsê şermezar kir.
-
Pêşnîyara dirêjkirina dema mayîna hêzên Hevalbendîya Navdewletî li Iraqê hat retkirin
Îlon 01, 2026 17:01Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ragihand ku pêşnîyara dirêjkirina dema mayîna hêzên Hevalbendîya Navdewletî li vî welatî hat retkirin.
-
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê li bara êrişa Amerîkayê ser Larekê û bersiva Têhranê
Îlon 01, 2026 08:35Artêşa terorîst a Amerîkayê şeva Yekşemiyê careka din bi binpêkirina hakimiyeta netewî û yekperçetiya axa Komara Îslamiya Îranê, êrişî hin pişkên girava Larekê kir ku di encamê de çend berevanên egîd û hevwelatiyên me yên ezîz şehîd û birîndar bûn û hin xisar jî li heyîtiyên gelanî û sivîl hetin.
-
Wek bersiva li hember êrişa artêşa Amerîkayê; Îranê bi mûşek û xwefiran êrişî binkeyên Amerîkayê li Ordin û Imaratê kir
Tebax 31, 2026 16:52Çavkaniyên Ereb ragihandin ku di encama êrişa mûşekî ya Îranê de dengê teqînên giran li başûr û rojhilatê Ordinê hatine bihîstin. Artêşa komara Îslamiya Îranê jî cihê xwedîkirina hêlîkopter û hêzên amerîkî li binkeya Minhadê ya Imaratê da ber xwefiran.
-
Rexneya Bêrnî Sendêrz ji bêdadiyên aborî li Amerîkayê
Tebax 29, 2026 17:20Bêrnî Sendêrz, parlimanterê Demokrat, roja Îniyê di merasimekî de ser navê Rêpîvana Waşîngtonê ya 2026`an; Berevaniya ji dengan, di koma çalak û serokên mafên civakî yên Ameîrkayê de bi rexneya ji bêdadiyên aboriyê got: Divê mîlyardêr pişka xwe ya adilane ji bacê bidin.
-
Îndîpêndênt: Şerê aborî yê Amerîkayê dijî Îranê nagihîje armancên xwe
Tebax 26, 2026 16:42Belavoka îngilîsî ya Îndîpêndêntê amajeyî şikesta êrişa leşkerî ya Amerîkayê ser Îranê kir û nivîsî dûr e ku hewldana hikûmeta Donald Trump ji bo vekirina bereyeke nû ji rêya safîkirina hesabên aborî jî Waşîngtonê bigihîne armancên xwe.
-
Qeter: Boykotên dijî Îranê yekalî ne
Tebax 25, 2026 18:20Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê derbara dûhatên berfirekirina gêreyê di navbera Waşîngton- Têhranê da hişyarî da û got: Boykotên Amerîkayê dijî Îranê yekalî ne.
-
Serokomarê Îranê: Zorbêjî u beredayîbûna Amerîkayê ne rêçare ye
Tebax 25, 2026 17:59Serokomarê Îranê u Fermandarê Artêşa Pakistanê pêgirî ser pêwîstîya guherîna sîyaseta Amerîkayê himberî Komara Islamî ya Îranê, pabendbûna bi sozên hiqûqî yên di liyêkgiheştinama Islamabadê û rola bnigehîn a hevgirtina misilmanan di pûçkirina komployên Rejîma Sîyonîst da kirin.
-
Merşaymer: Trump asê bûye; lewma nizane çi bike
Tebax 25, 2026 17:50Teorîsîyenê amerîkî dibêje ku plana Trump a zexta aborî ya ya dijî Îranê jî dê ti encamekê bi dest nexe, ji ber ku Trump di şerê leşkerî da têk çûye u asê bûye û her karekî dike.