Peyama rêberê qedirgiran a sipasdarîya ji ber mêvanperwerîya Iraqiyan di merasima Erbe`înê da
Peyama rêberê qedirgiran a sipasdarîya ji ber mêvanperwerîya Iraqiyan di merasima Erbe`înê da
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî, di peyamekê da ji ber mazûvanîya xwedîyên mukiban û gelê mezin ê Iraqê di dema merasima çillê Imam Hisên (S) da destxweşî li wan kir.
Mesûd Pêzêşkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê ev peyama nivîskî ya rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya bi zimanê erebî li Bexdayê raberî Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê kir.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di vê peyamê da got: Peyva yekem destxweşî ye; ji dil û can û ji hêla xwe ûgelê mezin ê Îranê va destxweşîyê l iwe dikim; destxweşîyê li we rêkxerên mukib û rawestgehên xizmetguzarîyê ku we di heyama Erbe`înê da rûmet, rehmet û hejêkirin û dostanî gîhand asta herî bilind; him destxweşîyê li gelê mezin ê Iraqê û him jî berpirsên di kabînê da ku imkan pêk anîn û ewlehî dabîn kirin; him jî nemaze destxweşîyê li alimên dînî yên mezin û merceên dînî yên qedirgiran ên Iraqê ku atmosfera zîyaretkirinê, atmosfera biratîya her du gelan pêk anîn, bi rastî şayan îdestxweşîyê ye.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha got: Serederîya we biryarên xweşdivî yên iraqî li rawestgehên xizmetguzarîyê û himber zîyaretkeran, li cîhana roja îro bêmînak e, çawan ku meşa ji bo beşdarbûna di merasima Erbe`înê di dîrokê da bêmînak e û karê parastina ewlehî û tenduristîya bi dehan milyon kesî di vê merasimê da, li cîhana ne-ewleh a roja îro karekî mezin û bêmînak e.
Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: We rûmeta islamî û erebî di serederî û kiryarên xwe da ray da, û ev gişk ji ber evîndarîya derheq Seyid ul Şoheda (S) e. Ev evîna derheq Hisên Bin Elî tiştekî istisnayî ye, tiştekî wekî vîya li tu derî û di ti demî da tinebûye û tineye.Hêvîdar im Xwedê teala vê evînê roj bi rojê di dilê we û me da gurr bike.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got: Roja îro bazineya vê hebandinê ji qada pirrcoş a Xezzeyê heta gellek civakênb ne-misilman digire ber xwe. Wel Hemdu Lêllah