Hezretê Ayetullah Xamineyî: Dijmin usa ku nîşan dide, xurt û amade nîne
Hezretê Ayetullah Xamineyî: Dijmin usa ku nîşan dide, xurt û amade nîne
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê di hevdîtina digel kargêr û rêkxerên Kongira Netewî ya Şehîdên Parêzgeha Kohgilûye û Boyer- Ehmedê amajeyî şerê rewanî yê dijminan ji bo ku derbê li gelan bidin kir û got: Dijmin usa ku nîşan dide, xurt û amade nîne.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê di hevdîtina digel kargêr û rêkxerên Kongira Netewî ya Şehîdên Parêzgeha Kohgilûye û Boyer- Ehmedê da got: Yek ji bingehên şerê rewanî yên dijminên her gelî û zêdetir ji her demî di dema me da ev e k udijmin tişta mezin dikin û dixwazin bi awayekî berdewam wiha bidin fêmkirin ku ji Amerîkayê bitirsin, ji sîyonîstan bitirsin, ji Ingilîsê bitirsin, ji yên fenanî vana bitirsin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiah got: Ev şerê rewanî yê dijmin dema li meydana şêrr tê destpêkirin, encama wê paşdavekişîn e.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê herwiha got: Li meydana sîyasetê jî sîyaseta dijmin a mezinkirinê dibe sedema ku meriv hesta tenêbûnê bike û hibmerî daxwazên wî teslîm bibe.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê herwiha got: Ev sîyaseta mezinkirinê li meydana çandê jî xwe cureke din ray dide; hesta lawazbûnê, ketina ber bayê çanda alîyê beranber, çanda xwepiçûkirinê, şanazîkirina bi pabendbûna bi çanda bîyanî.
Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha pêgirî kir: Yek ji şîyan û taybetmendîyên mezin ên Imam Xumêynî (RE) ev e ku ev tirsa ji dilê gel derxist, hesta pêbawerî û xwebawerîyê da gelan.