Îşev çaremîn dîbêyta hilbijartinên serokomariya Îranê dê were lidarxistin
Îşev, çaremîn dîbêyt û gengeşeya hilbijartinên serokomariya Îranê bi mijara siyasî û ser navê Îran li cîhanê îro, dê were lidarxistin.
Çaremîn dîbêyta hilbijartinên sala 1403`an bi mijara siyasî û ser navê Îro di cîhanê de were lidarxistin û hatiye gotin ku ji ber navbera vê dîbêyt û dîbêyta dawiyê ku dê sibê were lidarxistin mideha lidarxistian wê hatiye kurtkirin û ji saet 20:00 heta 23:00 were lidarxisin.
Dîbêyta îşev du pirsên karzanan digre ber xwe û û her berbijarek dewsa 4 xulekan dê 5 xulekan dema bersivdanê hebe. Her wiha bêhnvedana navbera bernameyan de hatiye rakirin.
6 berbijarên 14emîn dewra hilbijartinên serokomariyê Mesûd Pizişkiyan, Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîriza Zakanî, Emîrhusêyn Qazîzade Haşimî û Mistefa Pûr Mihemedî dê bersiva pirsên ku di vê gotûbêjê de hatine kirin, bidin.Heya niha sê dîbêytên berbijarên hilbijartinên serokomariyê bi mijarên aborî, civakî û çandî hatien belavkirin.