May 30, 2024 20:41 Asia/Tehran

Rêberê Qedirgiran ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, berxwedanê nasnameya bijare ya Sûriyê da zanîn û got: Cîgeha taybet a Sûriyê li navçê jî bona vê nasnameya bijare ye û divê ev taybetmendiya girîng were parastin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi Bişar Esed, serokomarê Sûriyê û taxima pê re , xurtkiirna peywendiyên di navbera Îran û Sûriyê da ji hêla vê yekê ku her du welat bingehên girîng ên mêhwera berxwedanê ne, girîng nirxandin û got: Nasnameya bijare ya Sûriyê ku berxwedan e ji serdema rehmetiyê Hafiz Esed ve û bi damezirîna Bereya Berxwedan û xweragiriyê pêk hat û ev nasnameya hertim alîkariya yekbûna netewî ya Sûriyê jî kiriye. Wî bi pêgîriya li ser parastîmayîna vê nasnameyê herwiha got: Welatên rojavayî û hevgirtiyên wan ên li navçê dil hebûn bi şerrê ku dijî Sûriyê pêk anîn, pergala siyasî ya vî welatî hilweşînin û Sûriyê ji hevkêşiyên navçê wêda bidin lê ser neketin û nika jî dil hene bi şêwazên din ji wan bi sozên derew ku qet dê wan bi cî neyînin, Sûriyê ji hevkêşiyên navçê wêda bidin. Hezretê ayetullah Xamineyî amajeyî zextên siyasî û aborî yên Amerîka û Ewrûpayê li ser Îran û Sûriyê kir û got: Divê bi zêdekirina hevkariyan û serûberkirina wan, meriv ji vê rewşê derbas bibe.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî herwiha bi rexneya ji helwêst û bêtevgerbûna hin welatên navçê li hember mijara Xezzê, amajeyî civîna vê dawiyê ya Serokên Ereb li Menamê kir û got: Di vê civînê da gelek xemsarî li hember Filistîn û Xezzê hebûn û karên bi bandor nehtin kirin lê hin welat jî baş tev geriyan.

Bişar Esed, serokomarê Sûriyê jî bi sersaxîdayîna li rêberê giranqedr ê Înqilabê û li hikûmet û gelê Îranê, xitabî hezretê ayetullah Xamineyî got: Peywendiyên di navbera Îran û Sûriyê da, peywendiyên stratêjîk in ku bi rênimûniyên cenabê te pêşda diçin û di serê cihatina van rênimûniyan, şehîd Seyîd Îbrahîm Reîsî, serokomar û Hisên Emîrebdulahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê bûn.

Serokomarê Sûriyê herwiha şehîd Reîsî, mînaka aşkera ya helwêst û dirûşmên Înqilaba Îslamî da zanîn û amajeyî mijara berxwedanê li navçê kir û got: Piştî derbasbûna zêde ji 50 salan, berxwedana li navçê pêş ketiye û nika veguheriye nihêrîneka bawerî û siyasî.

Bişar Esed bi pêgîriya li ser vê yekê ku berdêla berxwedanê kêmtir ji lihevkirinê ye, destnîşan kir: Bûyerên vê dawiyê yên li Xezzê û serkevtinên berxwedanê ev yeka ji bo xelkê navçê misoger kir û nîşan da ku berxwedan nirx û bingehek e. Serokomarê Sûriyê herwiha ji ber rola girîng a rêberê giranqedir ê înqilabê bona piştgîriya ji berxwedana li navçê û herwiha ji ber piştgîriya ji Sûriyê di hemû waran da, sipasiya wî kir.

Serepeyv