Kenanî: Em vaveroka daxuyaniya hevpar a Kuweyt û Urdinê ya derbarê Meydana Areş de red dikin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê naveroka daxuyaniya hevpar a sefera Mîrê Kuweyt û Urdinê li bara meydana Areş red kir û tekezî ser mafê Komara Îslamî ya Îranê li vê meydanê kir.
Nasir Kenanî,Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li berteka li himber îdiaya Kuweytê ya derbarê Meydana Areş de got: Îdiaya yekalî di van daxûyaniyan de tu mafê nade îdia kirinê.
Kenanî amaje bi muzakireû şêwirînên berê yên Îran û Kuweytê kir û got: Em şîret li Kuweytê dikin ku di vê mijarê de xwe ji rêya şaş a hellahellaya medyayî dûr bigre û li şûna wê vegere ser muakirên teknîkî û hiqûqê ku rêya herî baş û guncaw ji bo çareserkirina meselê ye.Medana gazê ya Areş yek ji meydanên gazê yên Îranê ye ku ketiye bakurê Kendava Farsê li parêzgeha Buşêhr (başûrê Îranê) ye ku Erebistan û Kuweyt jêre dibêjin El-Dere.