Sibat 08, 2022 14:03 Asia/Tehran
  •  Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Têkoşîne li hemberî herifandina rastiyan ji aliyê dijmin va, hewcedara hucûma hevdudanî û cîhada ronkirinê ye

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi hucûma hevdudanî ya bereya dijmin dijî Îranê, destnîşan kir: Li hemberî vê hucûma hevdudanî û komkî, em nikarin hertim di berevaniyê da bimînin û em jî divê di warên cûr bi cûr ji wan medyayî, ewlehî û aborî da, hucûma hevdudanî bikin.

Li gorî rapora IRNAyê, Di salvegera beyeta dîrokî ya Homaferên Hêza asimanî di gel Îmam Xumeynî (Re) di 19ê Behmena 1357an da, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel komeke fermandarên hêza asimanî û bergiriya asimanî ya artêşê da, ew bgeyeta ecêb wek xaleke werçerxanê da zanîn û tevî tekeziya li ser vê yekê ku hokara mayîndetî, berdewamî û bandordanîna wê hereketa mezin û dîroksaz, karekî medyayî û ravekirina durust a wê rûdanê li gorî çarçoveke nhunemendane bû, got: Roja îro jî têkoşîna dijî êrîşa dijmin ji bo herifandina rastî, destkeft, pêşketin û kiryarên hemaseafirîn ên hikûmeta îslamî, hewcedara hereketeke berevanî û hucûma hevdudanî bi mihwera erka lezgîn û tekûz a cîhada ronkirinê ye.

 

Hezretê ayetullah Xamineyî di destpêka vê hevdîtinê da tevî amajeya bi sînordarbûna hejmara kesên beşdar ji ber rewşa neguncan a Koronayê, got: Ez hertim pabendî berçavgirtina rêziknameyên paqijiyê û cihanîna tewsiyeyên bijîşkan im û israr dikim maskeyê bi kar bînim û min çend mehan beriya niha jî doza sêyem a vaksînê wergirt.

Beriya axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, emîr sertîp Vahidî Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê raporek derbarê çalakî, pêşketin û bernameyên vê hêzê raber kir.

 

Serepeyv