Efrîna dagirbûyî: Di hefteya derbasbûyî de çi qewimî?
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê sûcên xwe yên li dijî gelê Herêma Efrînê didomînin. Di hefteya destpêkê ya meha Sibatê de 7 kes ku di nav de du jin hebûn revandin û welatiyek ji ber îşkenceyê qetil kirin, her wiha 400 darên zeytûnan birîn.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li Herêma Efrînê ya ku ji sala 2018'an ve ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, qirkirina xwezayê û talankirina şûnwaran û guhertina demografîk bê navber berdewam dikin.
DI NAV DE 2 JIN BI GIŞTÎ 7 KES HATIN REVANDIN
Di hefteya destpêkê ya meha Sibatê de 7 welatiyên ku di nav wan de 2 jin ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên wê ve hatin revandin. Li beramberî serbestberdana wan fidiyê ji malbatên wan dixwazin.
Di 1'ê Sibata 2022'an de çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye avakirin, welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hemreş ê 40 salî ji gundê Etmana yê navçeya Racoyê revandin.
Di 3'yê Sibata 2022'an de îstixbarata Tirkiyê jina bi navê Kivyet Heyder Mamo ya ji gundê Îska yê navenda bajarê Efrînê cara duyemîn revand.
Di 4'ê Sibata 2022'an de çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" ku gundê Kitix ê navçeya Mabeta kontrol dikin, welatiya bi navê Asya Ehmed Heyder revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Di heman rojê de çeteyên "Polîsên Leşkerî" ciwanê bi navê Behcet Îbrahîm ê 24 salî ji navçeya Cindirêsê revandin. Behcet Îbrahîm piştî 10 rojan ji Lubnanê vegeriya Efrînê hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Di 7'ê Sibata 2022'an de çeteyên "Polîsên Leşkerî" Kemal Hebîb, Edîb Şeref û Ehmed Hebîb ji malên wan ên li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawayê revandin. Di heman rojê de welatiyê bi navê Mihê Koçer (52) ê ji Cindirêsê ji aliyê çeteyên "Feyleq El-Şam" ve hate revandin û ew birin girtîgeha Îska.
WELATIYEK DI GIRTÎGEHA DAGIRKERIYÊ DE HATE QETILKIRIN
Di 2'ê Sibata 2022'an de çeteyên Artêşa Tirkiyê welatiyê bi navê Rêzan Xelîl ê ji gundê Çeqelo yê navçeya Şiyê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin, paşê li beramberî fidiyê serbest hate berdan. Rêzan Xelîl ji ber îşkenceyê ku di girtîgehê de lê hatibû kirin û derbeya ku di serê xwe de xwaribû, rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû û jiyana xwe ji dest da.
400 DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN Û DEST DANÎN SER 18 DARÊN DIN
Serçeteyê Lîwaya "Siqûr El-Şemal" Ebû Ehmed El-Heyanî ji bo bazirganiyê 18 hezar darên zeytûnê yên ayîdê welatiyê bi navê Subhî Mihemed Mihemed desteser kirin.
Her wiha çeteyên El-Hemzat li nêzî mezara Şêx Ebdulrehman a li gundê Kanî Gewrikê yê Cindirêsê 150 darên zeytûnan birîn.
Çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" û "Sultan Murad" her wiha darên zeytûnan ên li navçeya Şera birîn û li bazaran firotin, 90 darên zeytûnê yê gundê Qere Cirnê yê navçeya Şera ya gundê Metîna û 150 dar li gundê Helûbiyê birîn.