Sersaxiya şeva şehadeta Îmam Elî (s) Îmamê ewil ê şîeyên dinyayê
Tebax 11, 2015 18:51 UTC
Sersaxiya şeva şehadeta Îmam Elî (s) Îmamê ewil ê şîeyên dinyayê
Îşev şeva 21'ê meha pîroz a Remezanê û şeva duyem a qedrê ye û xelkê seranserê îranê li mizgevt û cihên din ên mezhebî amade dibin û merasimên şeva qedrê li dar dêxînin.
Sibê çarşeme 21'ê maha remezana sala 1436'ê hicrî heyvî bernberî 8'ê meha jûiyeya 2015'an û salroja şehadeta hezretê Elî(s), îmamê yekem ê şîeyên dinyayê ye. Paşşîva 19'ê meha pîroz a remezanê, Ibnê Molcem ê Moradî ji grûpa xewarêcê, li halê ku hezretê îmam Elî(s) îmamê yekem ê şîeyan nimêja sibê dixwand, şûra xwe ya bijehr li ser serê pîroz ê wî hezretî da danî.... îmamê yekem ê şîeyan piştî zerbetxwarinê, li malê ma û du rojan piştî vê bûyerê yanî bîst û yekê meha pîroz a remezanê şehîd bû.
Şevên 19, 21 û 23'ê meha pîroz a remezanê, şevên qedrê ne û misilman bi şiyarmayîna li şevê, girtina Quranê li ser serî, niyayêş û xwendina duaya Coşenê Kebîr, bi Xwedê re diaxwivin. Radiyo û televîzyona Komara Îslamiya Îranê, gihîştina salroja şehadeta îmamê yekem ê şîeyên dinyayê sersaxiyê dibeje hemû misilmanan û azadîxwazên din ên dinyayê.