Qûyên bedew li nav şalîzarên Mazenderanê
Cotmeh 05, 2015 08:36 UTC
Mazenderan parêzgehek li bakûra îranê û li rexên başûr ên deryaya Xezerê ye. Mazenderan ji ber erdnigariya wê ya cûrbicûr ku têde cûlge, zozan, daristan û bîşeyên tev bi sedan cûre gihayan heye cihekî taybetmend li dinyayê ye. Mazenderan bi jîngehên cûrbicûr ji peravên lêmî wek nizimtirîn şûn heta zincîreçiyayên berz û bilind û tijî berf ên Elburzê ku yek ji heft çiyayên agirbar ên meşhûr ên dinyayê jî têde ye, ango Çiyayê Demavendê, hatiye naskirin.