Salvegera Bahoza Eqsayê Bahoza Eqsayê mizginîya têkçûna Israyîlê ye
Salvegera Bahoza Eqsayê Bahoza Eqsayê mizginîya têkçûna Israyîlê ye
Bi derbasbûna salekê ser şerê Xezzeyê û operasyona Hemasê ya di roja 7ê Cotmeha sala 2023yê da ku ser navê Bahoza Eqsayê hat lidarxistin, li gorî agahîyan, berovajî dew û dozîn Rejîma Sîyonîst, Hemasê hela jî hêz û şîyana xwe ya operasyonê parastîye.
Xalid Meş`el Serokê Polîtbîroya Tevhera Hemasê ya li derveyî Filistînê di yekem salvegera operasyona Bahoza Eqsayê da got: Operasyona Bahoza Eqsayê qonaxeke nû di şerê hibmerî Israyîlê da ye û dê wek xaleke sîyasî di dîroka vê rejîma sexte da bimîne. Wî herwiha got: Israyîl di yeksala buhurî da li Xezzeyê têk çû û Hemas ser ket. Şêrr îmaja Rejîma Sîyonîst li cîhanê ji nav bir.
Sersekreterê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê Zîyad Nexale jî bi boneya yekem salvegera destpêbûna operasyona Bahoza Eqsayê got: Em di halekî da rêzê li yekem salvegera êrişa di 7ê Cotmehê da digirin ku gelê me ji ber hovîtîya sîyonîstan tûşî karesateke giran bûye û Filistînê cîhan tijî cihad kirîye. Di yeksala buhurî da Tabûrên Qudsê li hemî bereyên têkoşîn û şêrr ji Xezzeyê bigire heta rexê roajvaya çemê urdinê, bi awayekî berbiçav li meydanê bûne. Em ji bo agirbes û lihevguhertina êxsîran amade ne, lê dijmin astengîyan ser vê rêyê derdixe.
Xelîl Heyye yek ji berpirsên pillebilind ên Tevgera Hemasê jî gotîye ku salek ji destpêbûna operasyona Bahoza Eqsayê derbas dibe û gelê me bi berxwedan, xwîn û xweragirîyê dîrokeke nû dinivîse. Gelê Filistînê di halekî da ku di bin bombebaran da aware bû, berxwedan, sebir û hedara xwe selimand.
Di vî halî da Hizbullaha Libnanê û Tevgera Hemasê jî li ser salvegera yekem a operasyona Bahoza Eqsayê daxûyanîyên cida derxistin.
Tevgera Hemasê di daxûyanîya xwe da roja 7ê Cotmehê xaleke werçerxanê di dîroka têkoşînên komên filistînî da û bertekeke asayî hibmerî komployên sîyonîstan ên ji bo jinavbirina doza netewî ya Filistînê zanî.
Hizbullaha Libnanê jî di daxûyanîyekê da amajeyî vê yekê kir ku operasyona Bahoza Eqsayê dê encamên dîrokî û istiratejîk li navçeyê bi xwe ra bîne û ragihand: Ev operasyona dê bbie sedema hilweşîna Rejîma Sîyonîst.