Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 41 hezar û 182 kesî
Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 41 hezar û 182 kesî
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên fiilstînî li Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yê va rabû 41 hezar û 182 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 48 saetên buhurî da 4 komkujî pêk anîn ku di encama wan da 64 kes li Zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin û 155 kes jî hatin birîndarkirin.
Bi vê awayî hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va bi dû operasyona Bahoza Eqsayê heta nika rabû 41 hezar û 182 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 95 hezar û 280 kesî.
Vê dawîyê Rêxistina Cîhaîn ya Tenduristîyê jî ragihand ku ji destpêka şêrr va heta 23yê Tîrmehê li Zîvala Xezzeyê 17 hezar û 550 kes ji mil û pîyê xwe va mexdûr bûne.
Di vê heyamê da 4 hezar û 50 niştegerîyên birrîna organên laş hatîye kirin.
Li gorî agahîyan ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta 23yê TÎrmeha sala 2024ê nêzî yek ji çarê birîndaran yanî 22 hezar û 500 birîndar usa birîndar bûne ku vê yekê bi giranî bandor l ijîyana wan kirîye