Îlon 09, 2024 19:21 Asia/Tehran

Rayedarekî pillebilind ê Tevgera Hemasê careka din pêgirî kir ku Serokwezîr û kabîna Rejîma Sîyonîst pêşîya lihevkirina li ser pêkanîna agirbesê û lihevguhertina êxsîran digirin.

Izzet Rişq yek ji rayedarên pillebilind ên Tevgera Hemasê got: Her kes dizane ku Netanyahu û kabîna wî ya tundrê berbenda ser rêya lihevbkirinê ne û heke Netanyahu nekeve ber zext û zorê û ji bo tişta ku lihevkirin ser da pêk hatîye neyê neçarkirin, êxsîrên rejîma dagirker dê neyên azadkirin. 

Wî herwiha got: Sekinandina dayimî ya destdirêjîyê û vekişîna tam a Rejîma Sîyonîst ji Zîvala Xezzeyê daxwazên me ne û em pabendê wan in û ev daxwaz dê neguherin.

Rişq herwiha got: E, derheq şert û mercên nû yên Netanyahu wek xalek ji bo muzakirê û vegerandina me ser xala destpêkê da hişyarîyê didin.

Basim Ne`îm Berdevkê Hemasê jî got ku rayedarên amerîkî muzakire xalifandin û dîyar kir: Tevgera Hemasê pêgirîyê serpabendbûna xwe li tişta ku di 2yê Tîrmehê da anegorî pêşnîyara Biden Serokomarê Amerîkayê û biryarnama 2735 a Konseya Emnî ya NY li ser lihevkirin pêk hat, dike. Em amade ne ku demlidest derbara bicihanîna vê lihevkirinê da muzakirê bikin.

Ji hêla din va Sergey lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê pêgirî ser pêwîstîya bidawîhanîna şerê Rejîma Sîyonîst êdijî Zîvala Xezzeyê kir û got ku Amerîka ser rêya bicihanîna biryarên navdewletî yên ji bo pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezzeyê astengîyan derdixe.