May 27, 2024 18:55 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 36 hezar kesî derbas bû Şermezarkirina êrişa sîyonîstan a ser awareyên filistînî

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê îro di roja 234an a şêrr da, ragihand ku hejmara şehîdên destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê careka din jorda çû û dîyar kir ku ji destpêka operasyona Bahoza Eqsayê va heta nika 36 hezar û 50 kes li vê navçeyê şehîd bûne.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da, 7 cinayetên din li deverên curbicur ên Zîvala Xezzeyê pêk anîye ku di encama wan da 66 filistînî şehîd û 383 kes jî birîndar bûne.

Bi vî awayî hejmara şehîdên destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va heta îro rabû 36 hezar û 50 kesî.

Artêşa Rejîma Sîyonîst ji nîveşeva buhurî heta vê sibê li deverên curbicur ên Zîvala Xezzeyê cinayetên zef giran kirin.

Rejîma Sîyonîst herwiha bi 7 mûşek û bimbeyên mezin êrişî kon û çadirên awareyên filistînî yên li bakur- rojavaya şarê Refehê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê kir ku di encamê da zêde ji 40 filistînî şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Cinayetên Rejîma Sîyonîst li Refehê di halekî da didomin ku Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê li Laheyê, ku rukna sereke ya dadwerîyê ya NY tê hesêb, roja înîyê li gorî hikmekê ragihand ku divê rejîma Israyîlê operasyona leşkerî li Refehê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê, rawestîne.

Welatên curbicur ên cîhanê jî cinayetên ku sîyonîstan şeva buhurî himberî awareyên li Refehê pêk anîn, şermezar kirin.

Sersekreterê Yekitîya Ereban jî amajeyî zincîre- cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst himberî gelê Filistînê kir û got ku yê cinayeta nû ya vê rejîmê li Refehê li dadgehên navnetewî raber bike û bişopîne.