Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 40 hezar û 786 kesî
Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 40 hezar û 786 kesî
Qirrkirina gelê Zîvala Xezzeyê bi destê Rejîma Sîyonîst di roja 332yan da ye û di vî hal îda Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va heta nika rabû 40 hezar û 786 kesî û ya birîndaran jî rabû 94 hezar û 224 kesî.
Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 3 cinayet li Zîvala Xezzeyê pêk anîn ku di encama wan da 48 kes hatin şehîdkirin û 70 kes jî hatin birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê herwiha ragihandîye ku ji çarşema buhurî va heta nika 29 kes di encama êrişên dagirkerên sîyonîst da li rexê rojavaya çemê Urdinê hatine şehîdkirin û 121 kes jî hatine birîndarkirin.
Hevgavê vê yekê Tabûrên Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (Hemas) berpirsyarîya 2 operasyonên şehadetxwazîyê yên vê dawîyê li bajarokên Goş Etsîyon û Kermî Tisor`ê ku ketine nêzîkatîya El Xelîlê û başûra rexê rojavaya çemê Urdinê, da ustîyê xwe.
Ji hêla din va medyayên ibrî ragihandin ku Yaîr Lepîd rêberê opozosyona Rejîma Sîyonîst di nameyeke bo wezîrên kabîna Netanyahu da derheq têkçûna rewşê li vê rejîmê hişyarî da.
Yaîr Lepîd di nameya xwe da pêgirî kir ku êxsîrên sîyonîst li Xezzeyê li pey hev tên kuştin û artêş pêrgî qeyrana xwe ya herî kûr bûye.
Hevgavê berfirebûna xwenîşandan û greva seranserî li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê, Îtmar Bin Givêr Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst ragihand ku dê rê nede rêkevtinameya lihevguhertina êxsîran bi Tevgera Hemasê ra were wajokirin.