Dengvedana xutbeyên nimêja înîyê ya Têhranê bi pênimêjîya rêberê Şoreşa Islamî li medyayên bîyanî
Dengvedana xutbeyên nimêja înîyê ya Têhranê bi pênimêjîya rêberê Şoreşa Islamî li medyayên bîyanî
Gotinên rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî yên di xutbeyên nimêja înîyê ya Têhranê ya îro da bi awayekî berfire li medya û şebekyên civakî yên navçê û cîhanê deng vedan.
Şebekeya nûçeyan a SKy News a Ingilîsê bal kişand ser gotinên rêberê qedirgiran ê Şoreşa Isalmî di xutbeyên nimêja înîyê ya îro li Têhranê da û pêgirî kir ku wî misilman ji bo yekitîya dijî Isarayîlê wek dijminê hevpar û destdirêjker vexwend.
Nûçegîhanê Şebekeya NTV ya Tirkîyê jî dîmen û raporên beşdarbûna berfire ya gelê Îranê di nimêja înîyê ya Têhranê da weşand û got: Îranê hêz û şîyana xwe ray da û peyama Ayetullah Xamineyî bo cîhana islamê peyama yekitîyê bû.
Şebekeya Nûçeyan a CNN, Şebekeya BBC û Ajansa Nûçeyan a Fransayê jî bal kişandin ser beşdarbûna rêberê qedigiran ê Şoreşa Islamî di nimêja înîyê ya Têhranê ya di vê hefteyê da û ragihandin, bi hezaran kes di nimêja înîyê ya kêm-mînak a bi pênimêjîya Ayetullah Xamineyî da li nimêjgeha mezin a Têhranê beşdar bûn. Alayên Filistîn û Libnanê di destê hejmareke zêde ya beşdarên vê merasimê da xûya dikin.
Rojnameyên Guardian. Dêylî Telegiraf, Timz a Londonê jî di raporên xwe da cî dan beşeke gotinên rêberê Şoreşa Islamî û pêgirî kirin ku rêberê Îranê pêgirî ser pêwîstîya yekitîya misilmanan a dijî dijminê hevpar kir.
Hemî şebekeyên nûçeyan ên Pakistanê jî programên xwe rawestandin û nimêja înîyê ya bi pêşnimêjîya hezretê Ayetullah Xamineyî bi awayekî zindî weşandin.
Şebekeya Al Mesîre ya Yemenê, Şebekeya Al Jazeera, Şebekeya Al Ehd a Libnanê, Al Mayadeen a Libnanê, televîzyona hikûmeta Sûrîyê, Şebekeya El Ged a Iraqê û şebekeya nûçeyan a Cezayirê jî beşeke axavtinên rêberê Şoreşa Islamî weşandin û pêgirî kirin ku peyama rêberê Îranê ``yekitîya misilmanan li himber dijminê hevpar ê sîyonîst bû.
Hindostan Timez, Ajansa Nûçeyan a Efe ya Spanyayê, Rojnama El Payîs a Spanyayê, Ekonomîk Times, Ajansa Nûçeyan a Times`ê jî beşeke gotinên rêberê qedirgiran ê Şoreşa Isalmî di xutbeyên nimêja înîyê ya îro li Têhranê çap kirin.