Papa kuştina zarokên filistînî bi destê Rejîma Siyonîst şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/radio/cîhan-i351218-papa_kuştina_zarokên_filistînî_bi_destê_rejîma_siyonîst_şermezar_kir
Papa Fransîs, rêberê Katolîkên Cîhanê, kuştina zarokên filistînî bi desê Rejîma Siyonîst şermezar kir û bombebarankirina dibistanan ji aliyê vê rejîmê ve, karekî kirêt bi nav kir.
(last modified 2024-09-14T12:12:04+00:00 )
Îlon 14, 2024 15:34 Asia/Tehran

Papa Fransîs, rêberê Katolîkên Cîhanê, kuştina zarokên filistînî bi desê Rejîma Siyonîst şermezar kir û bombebarankirina dibistanan ji aliyê vê rejîmê ve, karekî kirêt bi nav kir.

Papa şeva Înê got: Wêneyên termên zarokên  Xezeyê  bi karesat in. Em êrişa ser dibistanan û wêrankirina malan û bombebarankirina sivîlên filistînî şermezar dikin û ez fikir dikim ku ev şer  êdî ji rejê derbas bûye. 

Rêberê Katolîkên cîhanê banga agirbesa lezgîn li Xezeyê, azadkirina girtiyên filistînî û siyonîst û şandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê kir û got: Gelek nexweşî ji wan feleca zarokan li Xezeyê berbilav bûne û  divê civaka navneteweyî di vî warî de  biokeve dewrê . Wî tekezî ser parastina rêz û hurmeta  Beyt Ul-Muqedesê kir û got: Bihêlin bila li vê axa  pîroz  de aştî hebe, şerê li dijî xelkê mezlûm t bi dawî bînin.

Piştî derbasbûna zêdetir ji 11 mehan ji şerê Rejîma Siyonîst dijî xelkê Zîvala Xezeyê, ev şer ku bi du armanca jinavbirina Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst cih tê  ev rejîm  nekariye her du armancên xwe bi dest bixe û işkest xwariye.