Hêza Deryayaî ya Sipahê bersiva êriş û bêsoziya Amerîkayê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358646-hêza_deryayaî_ya_sipahê_bersiva_êriş_û_bêsoziya_amerîkayê_da
Dayireya Peywendiyên giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî bi weşandina daxuyaniyekî pêgîrî kir: Hêza Deryayaî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî wek bersiva li hember êrişa hewayî ya artêşa Amerîkayê ser perravên Komara Îslamiya Îranê, herêmên bicihbûna artêşa terorîst a Amerîkayê li navçê kirin hedef.
(last modified 2026-06-27T13:57:59+00:00 )
Hezîran 27, 2026 14:25 Asia/Tehran
  • Hêza Deryayaî ya Sipahê bersiva êriş û bêsoziya Amerîkayê da

Dayireya Peywendiyên giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî bi weşandina daxuyaniyekî pêgîrî kir: Hêza Deryayaî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî wek bersiva li hember êrişa hewayî ya artêşa Amerîkayê ser perravên Komara Îslamiya Îranê, herêmên bicihbûna artêşa terorîst a Amerîkayê li navçê kirin hedef.

Daxuyaniya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî eva ye: 

بسم الله قاصم الجبارین

فَمَنِ اعْتَدَىٰ عَلَیْکُمْ فَاعْتَدُوا عَلَیْهِ بِمِثْلِ مَا اعْتَدَىٰ عَلَیْکُمْ ۚ

piştî binpêkirina agirbesa li başûrê Libnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, rejîma bêsoz a Amerîkayê jî wekî hemîşe sozên xwe binpê kirin û bi behaneya girtina pêşiya derbasbûna gemiyekî ji rêya bêyî îzin a li Tengava Hurmizê, êrişî perravên Komara Îslamiya Îranê kir.

Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî wek bersiva li hember vê êrişê herêmên bicihbûna artêşa terorîst a Amerîkayê li navçê kirin hedef.

Anegorî xala 5`an a lêktêgeheştina Îslamabadê Komara Îslamiya Îranê dê bername û destûrxebata kontrolkirina hatûçûna li Tengava Hurmizê birêve bibe; Lê Amerîka bi handana aliyên curbicur hewl dide vê sozê binpê bike ku bersiva pêwîst hat dayîn û ji niha pê ve jî dê wiha be. Eger ku êrişek bi vî awayî dubare bibe bersiva me dê berfirehtir be.