Tebax 21, 2023 09:55 Asia/Tehran
  • Dewama şerxwzaziya Rojavayê li şerê Ukraynê / şandina 19 xwefirên F-16 bo Kîyevê

Di dewama şerxwzaiya rojavayê li Ukraynê , Serokwezîrê Danîmarkayê ragihand ku welatê wî dê 19 firokeyên F-16 bişîne Ukraynê.

 

Serokwezîrê Danîmarkayê roja Yekşemiyêê got: Ez hêvî dikim ku di sala nû de 6 xwefir, sala bê 8 xwefirên din û di sala 2025an de 5 xwefirên  mayî radestî Ukraynayê bên kirin.

 Vilodîmîr Zêlênskî, Serokkomarê Ukraynayê  roja Yekşemiyê  bo wergirtina  piştgiriyên çek û sîlehî çû Danîmarkayê.  Ew beriya Danîmarkayê çûbû Holandayê.

Zêlênskî piştî hevdîtina bi rayedarên Holandayê re ragihand ku 42 balafirên şer ên F-16 hatine şandin bo  Ukraynê.

 Welatên ewropî û rojavayî, bi taybetî Amerîka, bi zêdekirina zextên ser Federasyona Rûsyayê û şandina çekên sivik û giran bo Kiyevê, ne tenê ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynê pêngavek ranekir, belkî agirê pevçûnên li vî welatî gurrtir jî kir.

Karbidestên Rûsî û hin pispor û medyayên rojavayî şerê Ukraynayê weke şerê bi wekalet di navbera Rojava û Rûsyayê de dizanin.

Di heman demê de hêza deryayî ya Ukraynê ragihand ku Rûsyayê 5 paporên xwe  li Deryaya Reş di rewşa  leşkerî de  bi cih kirine

 Hêza Deryayî ya Ukraynê got: "Pênc paporên Rûsî li Deryaya Reş di rewşa amadetiyê de ne ku  di nav wan de paporek  bi mûşeka kirûz  Kalîbêr in 

Hêza Deryayî ya Ukraynê ragihand ku 8 paporên Rûsyayê li Deryaya Medîteranê bi cih bûne, 2 ji wan bi 24 mûşekên Kruzê yênkalîbêr pergal bûne.

Tevî hewldanên NY û Tirkiyê, rêketian ser dex û danan  ku par di navbera Rûsya û Ukraynê de hatibû îmzekirin, ji bo hinardekirina genimê Ukraynê bi rêya Behra Reş bo bazarên cîhanê, di 17'ê Tîrmehê  de bi dawî bû û ti agahî ji dirêjkirina wê tine.

Welatên rojavayî Rûsyayê bi çêkirina bêewlehiya xwarinê di kelekela şer de tawanbar dikin.

Lê Rûsya  Wan tawanan red dike.

Serepeyv