Papa kuştina zarokên filistînî bi destê Rejîma Siyonîst şermezar kir
Papa kuştina zarokên filistînî bi destê Rejîma Siyonîst şermezar kir
Papa Fransîs, rêberê Katolîkên Cîhanê, kuştina zarokên filistînî bi desê Rejîma Siyonîst şermezar kir û bombebarankirina dibistanan ji aliyê vê rejîmê ve, karekî kirêt bi nav kir.
Papa şeva Înê got: Wêneyên termên zarokên Xezeyê bi karesat in. Em êrişa ser dibistanan û wêrankirina malan û bombebarankirina sivîlên filistînî şermezar dikin û ez fikir dikim ku ev şer êdî ji rejê derbas bûye.
Rêberê Katolîkên cîhanê banga agirbesa lezgîn li Xezeyê, azadkirina girtiyên filistînî û siyonîst û şandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê kir û got: Gelek nexweşî ji wan feleca zarokan li Xezeyê berbilav bûne û divê civaka navneteweyî di vî warî de biokeve dewrê . Wî tekezî ser parastina rêz û hurmeta Beyt Ul-Muqedesê kir û got: Bihêlin bila li vê axa pîroz de aştî hebe, şerê li dijî xelkê mezlûm t bi dawî bînin.
Piştî derbasbûna zêdetir ji 11 mehan ji şerê Rejîma Siyonîst dijî xelkê Zîvala Xezeyê, ev şer ku bi du armanca jinavbirina Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst cih tê ev rejîm nekariye her du armancên xwe bi dest bixe û işkest xwariye.