Sibat 10, 2022 11:11 Asia/Tehran
  • António Guterres: 2022 dikare sala bidawîhatina pandemiya Koronayê be

António Guterres, Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir: Cîhan ji çavkaniyên pêwîst ji bo bidawîanîna Pandemiya KOVÎD-19ê di sala 2022an da sûd werdigire.

Li gorî rapora IRNAyê, António Guterres di civînekê da ku bi mebesta komkirina alîkariyên aborî yên zêdetir ji bo Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê di warê têkoşîna dijî KOVÎD-19ê da hatibû lidarxistin da got: Em dikarin ûandemiyê di sala 2022an da bi dawî bînin.

 

Vî siyasetmedarê portekîzî tevî amajeya bi vêya ku belavkirina dozên vaksînê li welatên bi derhata kêmtir bi awayekê ber bi zêdebûnê va pêş diçe, got: Neberanberî di belavkirina vaksînan da, têkçûna exlaqî ya herî mezin a serdema me ye û welat û gelên wan berdîla wê yekê didin.

 

Serepeyv