Rêberê Şoreşa Islamî: Her derbeya ku li Rejîma Sîyonîst bikeve, xizmetek bo hemî merivantîyê ye
Rêberê Şoreşa Islamî: Her derbeya ku li Rejîma Sîyonîst bikeve, xizmetek bo hemî merivantîyê ye
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di xutbeyên nimêja înîyê da got: Li gorî hikmên islamê yên berevanîyê, qanûna bingehîn a Komara Islamî û qanûnên navdewletî, karê berbiçav ê hêzên çekdar ên Îranê yê cezakirina rejîma xwînmêj a sîyonîst tam qanûnî û rewa bû.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di koma pirrcoş û berfire ya gel di dema nimêja ibadî- sîyasî ya înîya Têhranê da, yekitî û hevgirtina misilmanan sedema sûdmendbûna ji rehmet û rûmeta ilahî û serketina hibmerî dijminan zanî û pêgirî kir: Li gorî hikmên islamê yên berevanîyê, qanûna bingehîn a Komara Islamî û qanûnên navdewletî, karê berbiçav ê hêzên çekdar ên Îranê yê cezakirina rejîma xwînmêj a sîyonîst tam qanûnî û rewa bû û Komara Islamî ya Îranê her erka ku di vî warî a pêwîst bizanibe, bêyî sistî yan lezubezotîyê, bi awayekî qurt û teqil bike, ji ber ku dijmin êgelê Îranê heman dijminê gelên Filistîn, Iraq, Libnan, Sûrîye, Misr û Yemen û welatên din ên islamî ye û hemî fermanên êrişkirin û birêxistina bêtifaqîyê ji yek odeyê tên dayîn û tenha cidatîya wan jî şêwazên cida yên pêkanîna wan l iwelatên islamî ye.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî dîyar kir ku divê qawûşa berevanî, serxwebûnxwazî û rûmetê ji Efganistanê heta Yemenê û ji Îranê heta Xezze û Libnanê li hemî welatên islamî, qahîm girêdin. Wî ber bi hemî ummeta islamê l iseranserê cîhanê û nemaze ber bi gelên xweşdivî yên Libnan û Filistînê, kesayetîya rastî ya şehîd Nesrullah, rih, rê û dengê wî yê rewan û zelal mayinde bi nav kir û got: Her kes û koma ku derbê li rejîma dagirker û talanker bixe, ser xêra hemî navçeyê û tevahîya merivantîyê ye.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî pêgirî kir ku berxwedana gelê Xezzeyê bala dinyayê kişand û rûmet da islamê, operasyona Bahoza Eqsayê û berxwedana yeksalî li Xezze û Libnanê bû sedem ku Rejîma Sîyonîst careka din li ser parastina hebûna xwe bikeve nav fukaran.
Hezretê Ayetullah Xamineyî ber bi gelên berxwedêr ên Libnan û Filistînê û têkoşîerên wêrek û gelên berxwedêr û qedirnas got: Ev şehîdbûn û xwînên hatine rêtin, nabin sebeb ku tevgera we sist bbie, belkî ewê xurttir dike, ev jî bi vê wateyê ye ku têkoşîna têkoşerên filistînî û libnanî karîye Rejîma Sîyonîst 70 salan paşda bizviriîne.