Îlon 25, 2024 21:48 Asia/Tehran

Axaftina serokê Komara Islamî ya Îranê li civîna salane ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî berfireh di medyayên cîhanê de deng veda û gotinên wî li bara cinayetên Rejîma Siyonîst dijî netewên navçê, xala sereke ya vê dengvedanê bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, kanalên televîzyonî yên El Cezîre ya Qeterê, El Erebiye û El Hedes ên Erebistana Siûdî, kanala El Minar a Luibnanê, kanalên televîzyonî yên Iraqê yên wek  El Ehd, Bexdad  Eê Yûm, Sûmeriye News û Kanala têlêvîziyonî ya El Erebî giringiyeke taybet dan dengvedana cidî û kêlî bi kêlî ya axiftina serokomarê Îranê û teqez kirin ku Pizişkiyan li ser pêwîstiya rawestandina êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezze û Libnanê pêgîrî kiriye.

Gelek ajansên nûçeyan ên Erebî yên wek malpera El Neşre jî amaje bi axaftina Mesûd Pizişkiyan di civîna salê ya Civata Giştî ya NY kirin û teqez kirin ku wî di axiftina xwe da bi awayeka zelal ragihandiye ku cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezze û Libnanê wê bêbersiv nemînin û nabe ku civaka cîhanî jî li hember kuştina xelkê Libnan û Filistînê bêdeng bimîne.

Televîzyona Sky News a Îmaratê jî ragihand ku serokomarê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tekez kiriye ku terorîzma Îsraîlê li Libnanê w bêbersiv nemîne. Vê kanalê bi balkişandina li ser gotinên Pizişkiyan ên derbarê bersivdana li cinayetên Îsraîlê, ji zarê wî ve got: Berpirsyariya hemû dûhatan wê li ser milê wan hukûmetan be ku hemî hewildanên cîhanî yên ji bo bidawîkirina vê karesata bixof pûç kirine.

Rojnameya New York Times a Amerîkayê jî wek dengvedana axavtina serokê Komara Îslamî ya Îranê, Mesûd Pizişkiyan, di civîna salane ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî da nivîsî ku ew hewl dide Îranê bixe serdemeke nû.