Îlon 25, 2024 21:43 Asia/Tehran

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina bi Pêşeng û xebatkarên di warê Berevaniya Pîroz yan şerrê di navbera Îran û Iraqê da û berxwedanê destnîşan kir: Bereya Berxwedana Filistînê û Hizbullaha Libnanê serketiyên meydanê ne.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Şoreşa Islamî, îro Çarşemiyê, li hevdîtina bi hezaran kes ji pêşeng û xebatkarên Berevaniya Pîroz, bal kişande ser rewşa niha ya navçê û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezze û Libnanê û xweragiriya hêzên bereya berxwedanê li Filistînê û Hizbullahê li Libnanê ji cureyên Cîhad fî Sebilullah yan Cîhada di rêya Xwedê di dewra Berevaniya Pîroz de, dan zanîn û pêgîrî kir: Tevî bûyerên tal û cinayetên Rejîma Siyonîst a dagîrker li Xezze, Perrava Rojava û Libnanê, heta niha serkeftiyê qadê, aliyê Cîhada di rêya Xwedê de ye û bi îzna Xwedê serkeftiyê dawî yê vê qadê jî wê eniya Berxwedanê û Hizbullaha Libnanê be. Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî bûyerên niha yên Filistîn û Libnanê wekî bûyerên serdema Berevaniya Pîroz û mînaka cîhada di rêya Xwedê de da zanîn û got: Welatekî Îslamî yanî Filistîn ji aliyê herî xirabtirîn kafirên cîhanê ve hatiye dagirkirin û hikma teqez û şerîetê ew e ku her kesek hewl bide ku Filistîn û Mizgevta Eqsayê vegerîne xwediyên wê.

Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha got: Hizbullaha Libnanê ku berevaniya Xezzeyê dike û ketiye ber bûyerên tal, di halê Cîhada di rêya Xwedê da ye..

Wî herwiha amajeyî hevşibiyeke din a vî şerî bi şerê 8 salî yê sepandî li ser Îranê bi Iraqê re kir û wiha got: Di vî şerî de dijminê kafir û xerab herî zêde alavan di destê xwe de hene û Amerîka piştgîriya wî dike û îdiaya amerîkiyan ku haya wan ji kiryara siyonîstan tune û destê wan di meselê de nîne, derew e. 

Hezretê ayetulah Xamineyî sedema serkeftina eniya berxwedanê, kiryarên cinayetkar ên Rejîma Siyonîst li kuştina komkî û jînûsayda jin û zarokên bêguneh û bombebarankirina dibistan û nexweşxaneyan da zanîn û got: Heger Rejîma Siyonîst karibûya hêzên têkoşer çi li Xezzê û çi jî li Perrava Rojava û çi jî li Liubnanê têk bida, hewcetî bi vî cureya cinayetê tinebû ku bi vî awayî xwe wek serkevtî nîşan bide.